Mexmûr bi agirê Newrozê xemilî

  • 23:18 20 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî agirê Newrozê hat pêxistin û Newroz hat pîrozkirin. 
 
Ji ber virûsa koronayê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pîrozbahiyên Newrozê hatin betalkirin. Lê li her kolanên Mexmûrê agirê Newrozê hatin pêxistin û cejna vejînê hat pêşwazîkirin. Her wiha li wargehê tevahî girên Mexmûrê agirê Newrozê hat dadan û fîşekên hawayî hatin avêtin. 
 
Yek ji cihên ku agirê Newrozê lê bilind bû û taritiya şevê ronî kir jî li ber avahiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê bû. Meclîsa Îştarê bi kombûna jinên wargehê agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Demokratîk Çiçek Cengiz axivî. Çîçek, di axaftinê xwe de Newroza roja vejînê li tevahî Gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Weke tê zanîn em derbasî salekî nû ya Newrozê dibin. Di serî de di şexsê Rêberê Rêberan ê mîmarê azadiyê li Rêber APO, li tevahî şehîdên şoreşê û kesên ku ji bo agirê Newrozê geş bibe li ber xwe daye, ciwanên ku li zindanan bedenê xwe dane ber agir, li tevahî Gelê Kurd, jin û ciwanan vê rojê pîroz dikin. Ji vir heyanî girêva Îmraliyê slav û hezkirinên xwe dişînin, dilzosiya xwe ya pê re tînin ser ziman û Newroza wî ji dil û can pîroz dikin.” 
 
Di heman demê de li hemû kolanên Mexmûrê jî agirê Newrozê bi coşa Newrozê hate dadan û her kes li ber mala xwe Newrozê bi kêyfxweşî pêşwazî kir. Di pîrozbahiyan de herî zêde zarok kêyfxweş bûn.