Li gelek navendên başûrê Kurdistanê agirê Newroz hat pêxistin

  • 21:30 20 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Herêma Federal a Kurdistanê agirê Newrozê hat pêxistin û Newroz hatpîrozkirin.
 
Li gelek navçe û bajarên Herêma Federal a Kurdistanê agirê Newrozê hatin pêxistin. Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newrozê hatibûn betal kirin lê belê li gelek deverên herêmê jî agirê Newrozê hatin pêxistin.  Li Şengal, Silêmanî, Hewlêr û Binarê Qendîlê agirê Newrozê hatin pêxistin. 
 
Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) li navçeya Xanesor a Şengalê agir pêxistin Newroz li gelê Kurd û hemû azadîxwazan pîroz kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku wê bi ruhê Newrozê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin û dagirkeriya li ser gelê Kurd û Êzidxanê têk bibin. Ciwanan paşê li ber agir govend gerandin û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Newroz Pîroz Be’ qîr kirin. Her wiha welatiyên Êzidî li ber malên xwe bi pêxistina êgir Newroza xwe pîroz dikin.
 
Ji ber tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê ku îsal Newroz bi awayekî girseyî nayê pîrozkirin jî, li her devera Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê tê pêxistin. Li navçeya Çoman a Hewlêr û Binarê Qendîlê bi geşkirina agir Newroz hat pîrozkirin. Welatiyên li dora agir kom bûn bi strana û sirûdên neteweyî Newroz pîrozkirin.
 
Agirê Newrozê li çiyayê Gowîje û Beranan ji aliyê asayîşa parêzgeha Silêmanî ve hat pêxistin. Ji ber tedbîrên li dijî vîrusa moronayê destûr nehat dayîn welatî li dora agir dîlanê li dar bixin.
 
Danê êvarî li çiyayê Gowîje yê Silêmaniyê ji aliyê hêzên asayişên Silêmanî ve agirê Newrozê hat pêxistin. Heman wextî li ser çiyayê Beranan ê nêzî şikefta Hezarmêrd jî agirê Newrozê hat pêxistin.
 
Li Hewlêr bi beşdariya nûnerên aliyên siyasî û encûmena parêzgehê li ser Keleha Hewlêr agirê Newrozê hat pêxistin. Di çarçoveya tedbîrên li hember belavbûna vîrusa koronayê îsal li herêmê cejna Newrozê bi awayekî girseyî nayê pîrozkirin.
 
Yek ji navendên din ên agirê Newrozê hate pêxistin, bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye. Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz li kolaneke Silêmaniyê agirê Newrozê pêxistin.
 
Beşa Operasyonan a Asayîşa Germiyan ji bo pîrozkirina cejna neteweyî Newrozê sengerên pêşmergeyan ên li çiyayê Mirwarî ziyaret kirin. Li vir agirê Newrozê hat pêxistin.