Li Kobanê agirê Newrozê geş dibe

  • 20:34 20 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Ji ber Virusa Korona pîrozbahiya girseyî li Kobanê hatibû betalkirin. Lê li kuçeyan gel agirê Newrozê pêxistin û ezman ronî kirin. 
 
Ji ber Virusa Korona pîrozbahiya girseyî li Kobanê hatibû betalkirin. Lê li kuçeyan gel agirê Newrozê pêxistin û ezman ronî kirin. Rêveberiya Xweser pîrozbahiyên girseyî betal kiribû lê şêniyên Kobanê li kuçeyên xwe agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiyên li kuçeyan dirûşme hatin berzkirin. 
 
Her wiha li Girê Miştênûrê yê sembola aştiyê jî pîrozbahî pêk hat. Bi agirê li Miştenûrê hat vêxistin “Newroz” hat lêkirin.