HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin

  • 17:01 20 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji ber şewba vîrûsa koronayê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin. HDP’ê ji bo vê serî li walîtiyê da. 
   
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, ji ber şewba vîrûsê ya korona (Kovîd-19) xwest ku malbatên ev 200 rojin bi îdîaya zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya wan tên rawestandin, bên rakirin. Rêxistina HDP’ê ji bo vê serî li Walîtiya Amedê da û xwest van malbatan ji ber rîska vîrûsê bişîne malên wan.