'Divê girtiyên nexweş, zarok û siyasî serbest bên berdan'

  • 16:08 20 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE  - ÎHD, THÎV, OHD, ÇHD û SES’ê bal kişandin ser rîska vîrûsa korona ya li girtîgehan û banga serbest berdana girtiyên nexweş, zarok û siyasî kirin. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendûristî û Civalî (SES) û Komeleya Civaka Sîvîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin û xwesin  girtiyên nexweş, zarok û siyasî bên berdan. 
 
Di daxuyaniyê de behsa şert û mercên girtîgehan hat kirin û wiha hat gotin: “Wezareta dadê jî bo girtîgehan bergiriyên kêm girtin. Girtîgeh ji bo belavbûna vîrûsê musaîdin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku hemû girtiyên nexweş, zarok û siyasî bên berdan.”
 
Saziyên di daxuyaniya dan de, bergiriyên divê bên girtin yek bi yek rêz kirin û dawî li daxuyaniya xwe anîn.