'Li girtîgehan tedbîr nayên girtin'

  • 15:38 20 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Li Girtîgeha Trabzonê a Beşîkduzûyê Tîpa T'yê girtiyan bi rêya telefonê ragihand ku her tim bi êrîşan re rûbirû dimînin û banga ji raya giştî û rayedaran kirin û gotin: "Divê bi lezginî li girtîgehan tedbîr bên girtin."
 
Li cîhanê vîrûsa koronayê pel bi pel belav dibe. Li Tirkiyeyê jî heta niha 4 kesî jiyana xwe ji dest da û 198 jî nexweşîn. Ji ber vîrûsa koronayê li Çîn, Îtalya, Îran, Bahreyn bi hezaran girtî hatin tehliyekirin. Lê li Tirkiyeyê jî li girtîgehan tedbîr nayên girtin. Niha li 800 zarok û 11 hezar jin girtîne. Lê belê, tu daxuyanî ji hêla rayedarên dewletê ve nehatiye kirin û li girtîgehan tedbîr nehatin girtin. 
 
Girtîgeha Trabzonê a Beşîkduzûyê Tîpa T'yê bi binpêkirina mafan di rojêve de ye. Girtiyê bi navê Mahsûm Yuksekbag bi birayê xwe Okan Yuksekbag, re li ser telefonê hevdîtin pêk anî. Li ser telefonê ragihand ku alavên paqijiyê nayên dayîn û got: "Îro bi rêya telefonê me hevdîtin bi Mahsûm re pêk anî. Nêzî 24 deqeyan em axivîn. Birayê min got ku alavên paqijiyê nadin me. Her roj gartiyanên bi lepik û maskeyan dikevin koguşan û êrîşê li me dikin. Ji me re dibêjin 'Ger em bimirin em ê we jî bi xwe bibin' Em wekî xizmên girtiyan ji vê rewşê bi fikarin. Divê rayedar û raya giştî li ser vê mijarê rawestin û tedbîrên lezgin bên girtin."