Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê 3 girtî ketin greva birçîbûnê

  • 14:39 20 Adar 2020
  • Rojane
ÊLIH - Li Girtîgeha  Tîpî L a Espiyê ya Giresûnê, 3 girtiyên ku rayedarên girtîgehê dest danîn ser dermanên wan û destûr nadin ku xwe nîşanî bijîşkan bikin dest bi greva birçîbûnê ya dûrvekir kirin. 
 
Li Girtîeha Tîpa L a Espiyê ya Giresûnê, hat diyar kirin ku zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Girtiyan bi telefonê li malbatên xwe geriyan û dest nîşan kirin ku ji ber cezayê dîsîplînê yê li wan hatiye birîn, rayedarên girtîgehê dest danîne ser pirtûkên wan û girtiyan dixwin hucreyên yek kesî. Girtiyan, dan zanîn ku di van rojên bi talokeya vîrûsa korona re rû bi rû dene, rayedarên girtîgehê destûr nadin ku em derkevin baxçeyê û xwe nîşanî bijîşkan bikin. Girtiyan, dan xuya kirin ku dermanên wan jî nadin wan û destnîşan kirin ku girtî Sûphî Akbaş, Aras Aslan û Serkan Akkûş ji 18’ê Adarê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine. 
 
Malbatên girtiyan derbarê rewşa girtiyan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin û li bendêye ku malbat di rojên pêş de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê bidin.