TUAYDER: Divê hemû girtî demildest bên berdan

  • 11:36 20 Adar 2020
  • Rojane
AMED - TUAY-DER'a Amedê bang li Wezareta Dadê û rayedarên hikumetê kir ku bi girtiyên nexweş re hemû girtiyan demildest berdin.
 
Vîrusa koronayê ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, li Tirkiyeyê jî belav dibe. Li gorî daneyên fermî, li Tirkiyeyê bi 359 kesî re vîrusa koronayê hatiye dîtin û 4 kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane. Li aliyekî vîrus belav dibe û li aliyê din jî bergiriyên hikûmet aşkera dike kêm tên dîtin û dibin sedema bertekan. Yek ji cîhên herî zêde dibe sedama fikar û gumanan girtîgeh in. 
 
Komeleya Alikariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ya Amedê, derbarê rewşa girtîgehan daxuyaniya nivîskî da. 
 
Daxuyaniya TUAY-DER’ê wiha ye:
 
"Wezîrê Tenduristiyê derbarê vîrusa koronayê de her roj daxuyaniyê dide û têkildarî paqijiyê hişyariya dike. Lê derbarê girtiyan de tu agahiyan nade. Niha di girtîgehan de 450’î jê giran 1300 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan yek jî Semîre Dîrekçî ya ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de girtî ye. Dîrekçî di Hezîrana 2019’an emeliyat bûye û neh meh e rûviyên wê ji derve ne, bi vî şiklî jiyana xwe didomîne.
 
Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî jî nexweşê dil, tansiyona bilind, KOAH û guatira bi jehr e. 27 sal e di girtîgehê de ye û bi van nexweşiya dijî. Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne. Nexweşek din ê ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne Halîl Guneş e. Guneş, nexweşiyên pênceşêra hestî, helandina hestî, epîlepsî pê re heye.
 
Em weke TUAY-DER'ê ji rewşa girtiyên nexweş bi fikar in. Em bang dikin û dixwazin ku rayedarên hikumet û Wezareta Dadê girtiyên nexweş û hemû girtiyan demildest serbest berdin û cezayê wan bê taloqkirin.”