Meclîsa Demokratîk ji bo cejna Newrozê daxuyanî da
- 11:31 20 Adar 2020
- Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Demokratîk a Mexmurê li Akademiya Ferhat Kurtay bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir.
Ji ber Virusa Korana li gelek cihî çalakiyên Newrozê hatin betalkirin. Meclîsa Demokratîk a Mexmurê li Akademiya Ferhat Kurtay bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir. Berî daxuyaniyê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa a Demokratîk Çîçek Cengîz ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Wek tê zanîn li gelek cihên cihanê cejna Newrozê her sal tê pîrozkirin. Bê guman di dîrok û çanda gelên ku Newrozê pîroz dikin de wateya Newrozê jî cüda ye. Lê di dîrok û çanda gelê Kurd de Newroz xwedî cih û wateyek pir cudatir e. Ji bo gelê Kurd Newroz ne cejnek ji rêzê ye, Newroz cejnek berxwedan, serhildan û vejîna bi vîn û îradeya xwe bi xwe ye. Ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan, Newroz her dem bûye cejna li hember zîlm û zordariya dijminên xwînxwar. Di dîroka tu gelî de weke gelê Kurd ji bo azadî û rumetê Newroz nebûye qada têkoşînê. Ji bo gelê Kurd Newroz ew roj e ku Kawayên Hesinkar serê Dehaqên zalim dipelçiqîne; Newroz ew roj e ku agirê berxwedana Mazlûm Doganan zîndana Amedê hildiweşîne, Newroz ew roje ku qîrîna azadiyê ya Zekiye Alkanan li bircên sûra paytext Amedê digihîne metroplonên Tirkiyeyê û dibe Rahşanên ciwan .
Her dem gelê kurd di bin şert mercên herî dijwar de Newroza xwe pîroz kirine. Gelê Kurd bi salan di bin her şerd û mercên dijwar de bi dayîna berdêlên giranbuha xwedî li ruhê berxwedanê ya Newrozê derketiye û di her şert û merîcî de Newroza xwe pîroz kiriye. Carna Mazlum Dogan bi sê findan Newroz kiriye berxwedana azadiyê, carna li kolanên Kurdistanê Newroz bûye agirê serhildanê û niha jî Newroz bûye ruhê Apo’yî û pêşengtiya têkoşîna mirovahiyê dike.
Tê zanîn ku vîrûsa koronoyê li cihanê belav dibe û jiyana mîlyonan mirovan dixe bin metirsiyê. Bê guman nexweşiya kurewi ya herî mezin kapîtalîzm e û berhemên xwe mêtînkarî û tahakûmkariya wê ya ser mejî û bedena jin, ciwan û tevahî civak û xwezayê ye. Vîrusa korona jî encamek desthilatdariya feraseta kapîtalîzmê ya ser jiyana zindiyan e.
Em jî weke Meclisa Demokratîk a Gelê Wargeha penaberan ya Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) di çerçoveya tedbîrên pêşîligirtina vîrûsa koronayê weke Bakur, Başûr û parçeyên din yên Kurdistan û cihanê pîrozbahiyên girseyî yên cejna Newrozê taluqê demek pêş dikin. Wê komên piçûk yên Meclisa Wargeha me ya Ciwanan li ser girê Qereçox agirê Newrozê pêxin û gelê me jî her malek wê meşaleyek ser banê xwe pêxe û emê Newrozê wisa pêşwazî bikin.
Weke gelê wargeha Mexmûrê em di wê bawerî û biryarîdayînê de ne agirê Newrozê, ku bûye têkoşîna azadî û rûmetê wê tu carî venemire û her biçe wê geştir be. Bi vê bonê em dubare Newroza 2020’an di serî de li Rêber Apo, gelê Kurd, gelên bindest, jin û ciwanê azadîxwaz, kedkaran û tevahî mirovahiyê pîroz dikin û em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna me ya hevpar û domdar wê zilma Dehaqên îro ango xwediyên ferasetê tecrîta li Îmralîyê bişkine, wê faşîzma hilweşîne û wê demokrasiya gelan ango netewa demokratîk ava bike.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Newroz li Rêber pîroz bê”,” Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.