Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359’an

  • 10:14 20 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine gihişt 359'an û hejmara kesên mirin gihişt 4'an.
 
Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba vîrûsa corona dikevin her roj qat bi qat zêde dibin. Hejmar ji 191 kesan derket 359 kesan. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine gihişt 359'an û hêjmara kesên mirin gihişt 4'an.