Jinên Şengalê: Bila tecrîd bi dawî bibe

  • 09:38 20 Adar 2020
  • Rojane
Nûpelda Tekoşîn/Nesrîn Hisen
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anîn ziman. Jinên Şengalê gotin:”Rêber Apo her dem ji bo azadiyê xizmet kiriye. Bila tecrîd bi dawî bibe.”
 
Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jinên Şengalê nêrînên xwe parve kirin. Jinan diyar kirin ku tecrîd sûc e û wiha gotin:”Em tecrîda giran a li ser Rêber Apo qebûl nakin. Heta tecrîd bi dawî nebe aştî pêk nayê. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên Şengalê ye.”
 
‘Heta Rêber Apo azad nebe jin azad nabin’
 
Endama Meclîsa TAJÊ Neîme Gulo Elyas wiha got:”Ev 21 sal in ku neheqîyek li ser Rêber Apo tê meşandin. Serok Apo gelo ma çi kiriye di zindanê tê girtin? Çima yên ku neheqî dikin yên weke Erdogan zaroka dikujin, komkujiyan pêk tînin, ne di zindanan de ye. Hewce ye kesên wisa were darizandin. Çima hesab ji wan nayê xwestin. Ev dewletên ku digotin em tu caran neheqî qebûl nakin, îro em bi çavên xwe dibînin, ku bêdeng in. Ewqas neheqî li rêberê me tê kirin. Gelo çima tu dewlet dengê xwe dernaxe?”
 
‘Em dixwazin Serok Apo azad bibe’
 
Naime di dawiya gotinên xwe de wiha got: “ Em dibêjin bes e êdî neheqîyên ku dewlet  li ser Serok Apo dide meşandin. Em weke gelê Şengalê daxwaz dikin ku Serok Apo azad bibe.”
 
‘Divê hevdîtin her bê kirin’
 
Endama Meclîsa TAJÊ Hena Elyas wiha got:”Em wek gelê şengalê 21 salin ku tecrîta li ser Rêber Apo tê meşandin, qebûl nakin. Ruxmî ku tecrîta girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin dîsa ew her dem li berxwe dide. Rêber Apo di hevdîtinên xwe de silavan ji me re dişîne. Tecrîta ku li Îmralî tê meşandin niha hîn zêdetir giran bûye, lê em vê zilmê dibînin gelek xemgîn dibin. Tecrîta ku li ser Rêber Apo tê meşandin her ku diçe girantir dibe, li ser civaka Êzîdî siyaseta dagirkerî ya tunekirinê li ser civaka Êzîdî girantir dibe. Ne tenê Şengalê li her aliyên Kurdistanê ev rû dide. Dîtina herî dawî ya bi Rêber Apo me kêfxweş kir lê divê ev berdewam bike. Divê hevdîtin her bê kirin.”
 
Hena wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Em wek civaka Êzîdî dibêjin ew ê rêxistinên mafên mirovan heta kengî bêdeng bimînin. Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û were nav me.”