'Adar ji bo Gelê Kurd hem şahî ye hem şîn e'

  • 09:35 20 Adar 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî- Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Fatma Fatê her sal alavên xwe yên dîrokî di 21’ê Adarê de derdixe û mala xwe dixemilîne. Fatmayê dibêje:”Adar hem şahî ye hem jî şîn e.”
 
Jina bi navê Fatma Fatê ya 61 salî her sal amadekariya 21’ê Adarê dike. Ew hem bi dilekî şad hem jî xemgîn diyar dike ku Newroz ji bo wê xwedî taybetmediyek mezin e û wiha dewam dike:”Di meha adarê de hem şahî hem jî xemgîniya me derdikevin pêş. Her wiha di meha biharê de jin xwedî sembolek girîng in. Jin û buhar yek in, ji ber ku jin bi xwezayê re girêdayî ye, bi hatina buharê şa dibin."
 
'Di her pêdiviyekê de dîrokek xwe veşartî ye'
 
Fatmayê da zanîn ku di her salê de bi hatina buharê pêdiviyên dîrokî derdixe û mala xwe pê dixemilîne û wiha pê de çû: "Ez bi hatina buharê şa dibim, îro min pêdiviyên xwe ya dîrokê derxistiye da ku mala xwe pê bixemlînim û pêşwaziya Newrozê bikim. Cil û bergên kurdî, kameraya min ku di riya wê de min rojên xweş û dîrokî fotoyê wan girtiye, pêdiviyên malê ên dîrokî wekî cezwe û fanûs derxistiye. Di her pêdiviyek min dîrokek e ji bo min, heya ku ez saxbim ez ê parastina wan bikim û di heyva buherê de derxînim û ji her kesê ku serdana min bike behsa wan bikim." 
 
'Agirê ku Kawayê Hesinkar li hember desthiltdarî û zilmê vêxist tu carî venamire'
 
Fatmayê di dewama axftina xwe de behsa Newrozê û kamera xwe kir û got: "Di salên borî de em bi hevalên xwe re derdiketin Newrozê, me cil û bergên kurdî ji xwe re çêdikirin da ku em derkevin Newroza xwe pîroz bikin, di wan salan de Newroz ji bo Gelê Kurd qedexe bû , Rêjîma Baas Newroz ji bo Gelê Kurd qedexe kiribû, lê ruxmî wê jî me hazirtiyê xwe dikir û em derdiketin newrozê, em rastî eşkenceyan dihatin him jî axaftinan, lê em bi israr bûn û heya roja îro  em  bi israr in. Di riya kamereya min de min fotoyên xweş ên geşkirina agirê  Newrozê digirt û heya niha jî min parastina kamera û wêneyan kiriye. Em her dem dibêjin û em ê her bibêjin agirê ku Kawayê Hesinkar li hember koletî û desthiltdarî û zilmê vêxist tu carî nayê vemirandin." 
 
'Cil û bergên kurdî nasnameya me diyar dike'
 
Fatmayê teqez kir ku cil û bergên Kurdî nasnameya mirov diyar dike û wiha pê de çû: "Ez ji biçûkaniya xwe de cil û bergên kurdî hez dikim û her li xwe dikim, ez gihiştim temenê xwe ya 60 salî jî li xwe dikim. Cil û bergên min ên berê jî heya roja îro li gel min in û zarokên min di şahiyan de li xwe dikin. Pergala kapîtalîzim ji bo pişaftina nasnameya mirovan her kar dike û modayê li pêş dixe, lê pêwist e gel neyê xapandin û parastina çand û nasnameya xwe ji pişaftinê bike."
 
'Şoreşa Rojava şansek ji bo  kurda ye'
 
Fatmayê Şoreşa Rojava bi şansek xweş ji bo gele kurd pênase kir û wiha got: "Ji bo me axaftina bi zimanê me, lixwekirina cil û bergên kurdî û pîrozbahiya Newrozê qedexe bû, lê îro di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de êdî ciwan û jinên me serbest in, ji bo wê parastina ziman, xak û hebûna me erka hemû jin û ciwana ye, li dijî pergala kapîtalîzim têkoşîn û şer bikin û çanda xwe zindî bikin, Şoreşa Rojava roja me ronî kir."
 
‘Helebçe nayê jibîrkirin’ 
 
Fatmayê balkişand li ser komkujiya Helebçeyê û hemû şehîdên komkujiyê bi bîr xist û wiha axivî: "Komkujiya Helebçe yek ji siyasetên qirkirina Gelê Kurde , heya vê rojê jî ev siyaset tê meşandin , li hember vê siyasetê têkoşîn û berxwedan pêwist e . Helebçe nayê jibîrkirin."
Fatmayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mala min bi pêdiviyên min dîrokî xweş û geş dibe, parastina tiştên dîrokî û zindîkirina wan ji tevahî dayikan tê xwestin."