Jinên koçber: Em ê li ber deriyê mala xwe agirê Newrozê geş bikin

  • 09:23 20 Adar 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ- Jinên Girê Spî  yên ku koçberî  Kantona Kobanê bûne, hestên xwe derbarê Newrozê de anîn ziman û gotin: “Her sal bi dilekî gerim me Newroza xwe pîroz dikir û têkoşîna xwe di Newrozê de dida diyarkirin. Îsal jî  tevî êrîş, koçberî û qedexekirinê  jî, em ê li ber deriyên mala xwe agirê Newrozê geş bikin.”
 
Bi hezarên salan e Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî 21’ê Adarê cejna Newrozê bi geşkirina agir, cil û bergên gelêrî, pîroz dikin û têkoşîna xwe di Newrozê de didin diyarkirin. Gelê Herêma Firatê amadekariyên xwe dikin ku bi rihê berxwedana jina têkoşer Hevrîn Xelef Newroza sala 2020’an li ser girê Miştenûr ê Kobanê pîroz bikin,lê ji ber belavbûna vîrûsa Korona li tevahî cîhanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîr girtin û ragihandin ku divê  tevahî kombûnên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bên qedexekirin. Jinên ji gundê Teyibê yê girêdayî Kantoan Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê koçberî gundê Mixarac ê girêdayî Kantona Kobanê bûne, di derbarê Newrozê de  jinan hestên xwe ji me re parve kirin.
 
‘Em ê li ber deriyê mala xwe agirê Newrozê geş bikin’
 
Dayika bi navê Emîna Mustefa destnîşan kir ku her sal beriya 21’ê Adarê cejna Newrozê amadekariyên xwe dikirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi şev me agirê Newrozê geş dikir, bi roj jî, me cil û bergên Kurdî li xemla xwe dikir û Newroz pîroz dikir. Bi sala ne em cejna Newrozê pîroz dikin, lê îsal ji ber belavbûna vîrûsa korona li tevahî  cîhanê, em nikarin wek her sal Newroza xwe pîroz bikin. Dîsa jî em ê li ber deriyê mala xwe agirê Newrozê  geş bikin, heta ku ew rih bi me re zindî bimîne. Em  hêvîdar in ku welatê me ji dagirkeran bê rizgarkirin, yekîtiya kurdî bê xurtkirin û agirê Newrozê bê geşkirin.”
 
‘Ji ber tedbîrên tendirustiyê, kombûn qedexe ye’
 
Her wiha jina bi navê Leyla Xalid di derbarê Newrozê de wiha hestên xwe anîn ser ziman: “Her sal  21’ê Adarê me li bajarê xwe pîroz dikir, lê îsal em koçber in û Newroz cudahiyeke xwe heye. Piştî belavbûna vîrûsa Korona, şahiya Newrozê wek her sal nayê lidarxistin. Dewleta tirk û hevkarê wê bi armanca ku me tune bike, êrîşî me kir û me li ser axa me koçber kir. Tevî êrîş û koçberiyê jî em ê dîsa agirê Newrozê li ber deriyê mala xwe geş bikin û Newroz 2020’an bi rihekî germ pîroz bikin.”
 
‘Bi rihê Kawayê Hesinkar em ê li hemberî dijmin têkoşîn bikin’
 
Ciwana bi navê Necmê Mihemed Newroza 2020’an li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha domand: “Çawa Kawayê Hesinkar di şeva Newrozê de agir geş kir, têkoşîn kir û roja nû hilat, em ê jî bi wî rihî têkoşîn bikin û li hember dijmin bi ser bikevin. Tevî ku em koçber bûne em ê Newoza xwe pîroz bikin.”
 
‘Her sal me Newroz bi geşkirina agir û gerandina govendê pîroz dikir’
 
Zaroka bi navê Emîna Xalid teqez kir ku Newroz ji bo wê rojeke girîng û bi wate ye û wiha pê de çû: “Her sal em di vê rojê de  bi geşkirina agir û gerandina govendê pîroz dikin. Em hewil didin ku têkoşîna gelan bi newrozê re bi nirx be. Newroz  li tevahî Gelê Kurd pîroz be.”