‘Newroz tê wateya hatina biharê lê belê îktîdar hatina biharê reş dike’

  • 09:16 20 Adar 2020
  • Rojane

ŞIRNEX – Agirê Newrozê ku wekî sembola berxwedanê ye û ji Kawayê Hesinkar heta îro her geş dibe, her bûye sedema geşkirina hêviyên di dile Gelê Kurd de jî. Jina bi navê Hatîce Beytur di derbarê Newrozên berê û niha de axivî. Hatîce, anî ziman ku bi saya berxwedana di demên berê de dane îro dikarin bi rehetî Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Newroz tê wateya hatina biharê, lê belê îktîdar hatina biharê reş dike.”

Agirê Newrozê di dîroka gelê kurd de bûye sembola berxwedana li dijî zilm û zordariyê. Bûye sembola serîhildana li dijî neheqî û înkarê. Di nava civaka rojhilata navîn de jî wekî agirê serhildanê tê pîrozkirin. Gelê kurd jî ji Kawayê Hesinkar heta niha li dijî zilmê serî hildidin û Agirê Newrozê ku bûye wekî remza serhildanê her pîroz dikin. Gelê kurd ji serdema Kawayê Hesinkar her dem li dijî Dehaqan derketiye û li ber xwe daye. Agirê Newrozê ku bûye sembola hatina biharê, jiyan, hebûn, raperîn, serhildan û berxwedanê, sal bi sal geştir û mezintir dibe. Sal bi sal belav dibe û bêtir derdora xwe ronî dike. Agirê Newrozê ku 2 hezar û 641 sal berê hat pêxistin, niha li çar aliyê Kurdistanê bi tevlêbûna mîlyonan kesan tê pîrozkirin. Li gund, newal, çiya û bajarê kurdan li her derê Agirê Serhildanê geş dibe. Jina bi navê Hatîce Beytûr a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî di derbarê Newrozên berê û niha de axivî. Hatîce, bi lêv kir ku bi saya berxwedana di demên berê de hat dayîn îro bi rehetî dikarin Newrozê pîroz bikin.

‘Ji ber ku berê berxwedanek hebû’

Hatîce, di destpêka axaftina xwe de Newroza sala 2020’an li hemû girtiyan û gel pîroz kir û  got di navbera Newrozên berê û yên niha de gelek cudahî hene. Hatîce, bi lêv kir ku di demên berê çend rojan pêş de dest bi pîrozkirina Newrozê dikirin û wiha behsa pîrozkirina Newrozên berê kir: “Me berê çend rojan pêş de dest bi pîrozkirina Newrozê dikir. Agirê me tu carî venedimirî heta 21’ê Adarê. Hemû jin, zarok, ciwan, pîr û kal tevlî pîrozbahiya Newrozê dibûn. Em jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî Newrozê dibûn û govend digerand. Newrozên berê gelek bi coş derbas dibûn. Lê ji aliyekî ve jî zextên dewletê yên gelek zêde hebû. Di demên berê de di pîrozbahiyên Newrozê de gelek mirovên me mirin, birîndar bûn û hatin girtin. Bi taybetî jî di Newroza 92’yan de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Lê belê me berxwedana xwe geş û mezin kir. Li dijî hemû êrîşan pîrozbahiya Newrozan gelek xweş derbas dibû. Ji ber ku  berxwedanek hebû.”

‘Berxwedana di 92’yan de mezin bû ji vê rojê şûnde jî wê berdewam bike’

Hatîce, di dirêjiya axaftina xwe de got bi saya berxwedana ku di demên berê li dijî zextan dane îro bi rehetî dikarin Newrozê pîroz bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi saya berxwedana mezin hat dayîn em îro dikarin li qadên Newrozê pîrozbahiyan bikin. Em çawa ku berê bi kincên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiya Newrozê dibûn, niha jî bi heman awayî bi kincên xwe yên herêmî tevlî dibin. Em ji 7 salî heta 70 salî derdikevin kolanan pîrozbahiyan dikin. Îsal jî ji ber vîrûsa korona pîrozbahiyên Newrozê betal bûn. Lê belê em ê di salên pêşî de bi coşeke mezin pîrozahiyên xwe bikin. Ji ber ku Newroz ji bo me cejna berxwedanê ye. Em ê cejna berxwedana xwe mezin bikin. Berxwedana ku di 92’yan de mezin bû ji vê rojê şûnde jî wê berdewam bike. Tu hêz û zext nikare pêşî li berxwedana me bigire.”

‘Me tu carî dev ji berxwedanê berneda û em ê bernedin’

Hatîce, bal kişand ser qedexeya derketina derve ku di navbera salên 2015-2016’an de hat îlankirin û wiha domand: “Komkûjiya wekî 92’yan di sala 2016’an de jî me dît û jiya. Di dema qedexeya derketina derve de bi sedan mirovên me hatin kuştin. Wê demê dîsa Newroz ji bo me ne baş derbas bû. Lê belê em piştî sala 2016’an dîsa derketin qadan û pîrozbahiya Newrozê kirin. Me tu carî dev ji berxwedanê berneda û em ê bernedin.”

‘Hêviya me bi tenê ew e ku em di nav azadî, aştî û wekheviyê de bijîn’

Hatîce, herî dawî got Newroz tê wateya hatina biharê lê belê îktîdar hatina biharê li wan reş dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hêvî dikin ku ev Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyê. Hêviya me bi tenê ew e ku di nav azadî, aştî û wekheviyê de em bijîn. Heta ku azadî bê îlankirin em ê dev ji berxwedana xwe bernedin û li qadan bin.”