Ewlehiyên ku tên girtin bi sînor in!

  • 09:12 20 Adar 2020
  • Rojane
Medya Uren - Şehrîban Aslan
 
AMED - Piştî ku li Tirkiyeyê jî vîrûsa koronayê belavbû gel ket nava fikaran. Gel li gorî derfetên xwe tedbîr digirin lê belê ev terê nakin. Ji bilî gelek kes ji malên xwe dernakevin gelek kes jî ji ber fikara debara malên xwe neçar dimînin ku derkevin derve. Hişyariya ku ji hêla hikûmetê ve tê kirin terê nakin.  Helwestên ku tên nîşandan jî qels in.
 
Li bajarê Vûhan a eyaleta Hûbey a Çînê, vîrûsa korona (Kovîd-19) di 12’ê kanûna 2019’an de derket holê û belavî tevahiya cîhanê bû. Ji ber vê vîrûsê li dora 7 hezarî zêdetir kes jiyana xwe ji dest da, 188 hezar vaka û 98 hezar kes ji bi mirinê re ûbirû ne. Li gorî hatiye ragihandin 80 hezar kes ji baş bûne. Ev jimar bi demjimêran re tê guhertin. Ligel ewlehiyên berbiçav tên girtin ji bi demjimêran re li hezaran kesan belavbûn. Di vê derbarê de daxuyaniyên tên dayîn û ewlehiyên tên girtin cihê nîqaşê ye lê mixabin ji derve ji gel di bin şert û mercên ewlehiyê de tev digerin.
 
Bi belavbûnê re û tedbir negirtinê re herî dawî li Tirkiyê ji jimara kesên ku nexweş ketine zêde bûn. Ango li gorî daxuyaniya yekem a wezîrê tenduristiyê di 16’ê adarê de kiriye de ev jimar weke 47 kesî hat ragihandin. Li dijî vê bi hezaran kes hîna ji welatên derve derbazî Tirkiyê dibin. Ev jimar bi lezek mezin belav dibe û jiyana her kesê dikexe metirsiyê. Li gorî agahiyên fermî yên herî dawî ji li Tirkiyê 3 kes jiyana xwe ji dest da û di 191 kesan de ev vîrûs hat tesbîtkirin. Bi belavbûna nexweşiyê re qedexeyên bi armanca ewlehiyên tên girtin di çi astê de ne em ê ji ve re ragihînin. 
 
Di çarçoveya van ewlehiyan de dibistan ketin betlaneyê, pîrozbahî û çalakî hatin betalkirin, îbadetê, kafe, firoştgeh, xwaringeh, qehwe, kargeh hatin girtin, Li gelek deveran banqa ji bi yek yek muşteriyan digirin hindirê kargehê. Di çavdêriya em li Amedê dikin de gelek cihên xebatê di vê rengî de ne. Lê gelek welatî jî li dijî vîrûsê bi înad xwe naparêzin. Her bijîşk, tendirustvan û rayedar banga ewlehiyê dikin û dibêjin “Heta ku hûn neçar nebin dernekevin derve. Ji gel derdikeve ango van daxuyaniyan cidî nagirin. Di kuçeyên otobus, maşîne, kolanên Deriyê Çiyê, Ofîs û Balikçilar mîna qada mîtîngê tijî bûne. Yên ku di ferqa karastê de ne di jimarek herî kêm de ne. Ev ji hikûmet û gel çiqas bûyerê cidî digire nîşan dide. Li gelek welatên Ewropayê rewşa awarte hat îlankirin û qedexeyên derketina derve hat dayîn. Lê li Tirkiyeyê jî qedexe bi sînor in. Ev ji dibe sedema mezinbûna keresatê.
 
Her çiqas ji dûh ve hinek magaza û firûştgehên cilûbergan hatin girtin ji lê gelek magaza, firoştgehên mezin û yên biçûk, xwaringeh ango her cure esnaf hîna vekirîne. Ji hemû esnafan pirsa me ew bû ka hûn çima hîna kepengên xwe nagirin bû. Lê bersiv tim heman bû "Ji bo me tu awayî çareserî nehatiye afirandin. Ger em dukanan bigirin, faturayên av, ceyran, kîra em ê çawa razênin? Wê zererên me kî pêşwazî bike? Em li bendê bûn ku serok wezîr girêdayî wê daxuyaniyekî bide lê têkildarê mijarê de tiştek ne gotin. Ji ber wê yekê em neçarin kargehên xwe vekin. Ji ber ku kargehên me ji raya giştî tevahî re vekiriye derfetên me ya xwe parastinê ne pêkaneye bi vê rengê em malbat û beşê din yê civakê dixin xetereyê."
 
Dema em li bajar temaşe dikin em dibînin gu jimarek mezin ya gel bê ewlehî û bê cidiyet tev digerin. Ango rewşa giştî ji dide diyar kirin ku ewlehiyên hikûmet digire di asta herî jêr de ye. Divê hikûmet ewlehiya gel bigire…