‘Divê gelê me li her derê agirê Newrozê pê bixe’

  • 09:05 20 Adar 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen, da zanîn ku kampanya ku HDP’ê li ser çapemeniya civakî daye destpêkirin ya ‘Her der Newroz e’ divê xwedî lê bê derketin û got: “Agirê ku Kawa pêxist di dîrokê de tu car netemirî. Berovajî vê gûr bû. Divê em cihên lê ne veguherin qadên Newrozê.”
 
Vîrusa Korona (Cov3id-19) li hemû cîhanê belav bû û li Tirkiyeyê jî hat tespîtkirin. Piştî vê ji bo tedbîran li Tirkyeyê mîtîng, bernameyên girseyî hatin betalkirin. Yek ji bernameyên hat betalkirin jî cejna Newrozê bû. Li ser vê HDP’ê li ser çapemeniya civakî kampanya ‘Newroz li her derê ye’ da destpêkirin. Bang hat kirin ku îşev saet ji 20.20’an de gel li her derê li şaneşînên xwe û paçeyên xwe Newrozê pîroz bikin.
 
‘Hêvî û baweriya gelan e’
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd gelek girîng e û got: “Wek hûn dizanin Newroz bi salane bi tevlîbûna dehzaran kesî tê pîrozkirin. Lê îsal mixabin ji ber vîrusa korona hat betalkirin. Newroz ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn gelek girîng e. Newroz ji bo gelê Kurd berxwedan û mizginiya biharê ye. Di dîrokê de yekem car Newroz hat betalkirin. Di demên ku Newroz ji aliyê hikûmetê ve dihat qedexekirin de jî gelê Kurd qad tije dike. Lê niha em bi rewşeke cuda re hatine rû hev.”
 
‘Divê her kes li malên xwe deng derbixe’
 
Hulyayê destnîşan kir ku ji ber rîska vîrusê û pêşî li vîrusê bê girtin ev biryar girtine û got: “Em di xebatên partiyê de jî çûn sînorkirinê. Lê em bang li hemû kesî dikin ku li cihên ku dimînin deng derbixin û li malên xwe lambeyan pêxin û bitemirînin û feneran vebikin. Îşev her kes li mala xwe divê bêje ‘Newroz li her derê ye’. Ez Newroza hemû gelê me pîroz dikim.”