Wê ÎHD derbarê girtiyan de bi wezareta dadê re daxwaza hevdîtinê bike

  • 09:03 20 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Nuray Çevîrmen ya ÎHD’î diyar kir ku der barê xetereya vîrusa korona de ji ber rewşa girtîgehan wê ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin û got: “Wê hinek daxwazên me hebin, der barê nexweş û girtiyên bi rîsk de wê pêşniyarên me yên tedbîrê hebin. Lê beriya vê xebatek me ya divê demek kurt de bê kirin, heye.”
 
Li Tirkiyeyê yekem tespîta vîrusa korona (Covîd-19) di 11’ê Adarê de hat tespîtkirin û piştî vê hejmar zêde bû. Ji aliyê wezareta tenduristî  û wezaretên din ve hinek tedbîr tên girtin lê rêxistinên tenduristiyê diyar dikin ku tedbîr qels in. Li girtîgehan jî şert û merc ji bo girtiyan tehdîdek mezin ava dike.
 
Endama Lijneya Rêveberiya (MYK),  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen, da zanîn ku di nav tedbîrê ku wezareta dadê der barê girtîgehan de girtine du du hefteyan rakirina hevdîtinan heye û got: “Ji bo girtiyên nû ketine girtîgehê tedbîrên tibî yên tenduristiyê hene. Lê der barê xebatên di nokteya tedbîran de ya ji bo girtiyan, zêde agahiya me tune.”
 
‘Hevdîtin hatin kirin’
 
Nurayê çavdêriyên parêzerên ku çûne girtîgeha Sîncanê jî ragîhand û wiha got: “Dema parêzer nû çûbûn, tedbîrên hîjyenê hatine girtin. Rûpûş hatine dayîn, dezenfekte kirine û germahiya bedena wan hatiye pîvan.Midûrê girtîgehê gotiye ger ku bixwazin dikarin hevdîtina girtî bikin. Lê parêzeran hevdîtineke vekirî ya ku zêde nêzî hev nebin pêk anîne. Girtiyan diyar kiriye ku her roj bila ava germ bê. Her wiha daxwaz kirin ku xurekên ku pergala xweparastinê xurt dikin, bînin kantînan.”
 
‘Pirsgirêka taqwiyeya xurekê heye’
 
Nurayê destnîşan kir ku li girtîgeha Sîcanê ji bilî kesên ku nîşaneyên nexweşiyê li ser heye girtiyên din nehatine kontrolkirin û girtiyan jî daxwaza kontrolê nekirin û got: “Yek ji cihên ku herî zêde bi risk e û mîkrob lê heye nexweşxane ne. Di mijara paqijiya rîngan de jî pirsgirêk hene. Li gorî me tedbîrên tên girtin têr nakin. Girtîgeh gelek qerebalix in. Di mijara alavên paqijiyê de pirsgirêk hene. Di mijara taqwiyeya xurekên pergala xweparastinê xurt dike de pirsgirêk hene. Gelek nexweş û kal û pîr hene. Bebek, jinên ducanî hene. Ji ber vê jî koma rîskê li girtîgehan zêde ne. Divê xebat bên kirin û tahliye bên kirin.
 
‘Em ê ji Wezareta dadê daxwaza hevdîtinê bikin’
 
Nurayê di dawiya axaftina xwe de beriya ku vîrus neketiye girtîgehan wê vê hefteyê ji wezareta dadê daxwaza hevdîtinê bikin û got: “Wê hinek daxwazên me hebin, der barê nexweş û girtiyên bi rîsk de wê pêşniyarên me yên tedbîrê hebin. Lê beriya vê xebatek me ya divê demek kurt de bê kirin, heye.”