ROJEVA 20’Ê ADARA 2020’AN

  • 09:01 20 Adar 2020
  • Rojev
* Nuray Çevîrmen ya ÎHD’î diyar kir ku der barê xetereya vîrusa korona de ji ber rewşa girtîgehan wê ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin û got: “Wê hinek daxwazên me hebin, der barê nexweş û girtiyên bi rîsk de wê pêşniyarên me yên tedbîrê hebin. Lê beriya vê xebatek me ya divê demek kurt de bê kirin, heye.” DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan peyamanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên di mîtîngên Newroza 2013,2014 û 2015’an de hatin xwendin nirxand û got: “Îro hîna tecrîd didome  lê peyman û deklerasyonên Newrozê yên Birêz Ocalan yên li ser sekinîn û îfade kirin hîna esas tên girtin. Divê Kurd wek lingê sêyemîn bên dîtin û tevlî pêvajoyê bên kirin.
 
* Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen, da zanîn ku kampanya ku HDP’ê li ser çapemeniya civakî daye destpêkirin ya ‘Her der Newroz e’ divê xwedî lê bê derketin û got: “Agirê ku Kawa pêxist di dîrokê de tu car netemirî. Berovajî vê gûr bû. Divê em cihên lê ne veguherin qadên Newrozê.”
 
* Li Nisêbînê zarokên ku xwişk û birayên hev yên bi navê Havîn (3) û Furkan Guneş (4) ku li baxçeyê mala xwe dilîstin, ji ber teqîna madeyeke ku nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan.Piştî mirina wan di lêpirsîna hat vekirin de jî tu pêşketin çênebû.
 
* Piştî ku li Tirkiyeyê jî vîrûsa koronayê belavbû gel ket nava fikaran. Gel li gorî derfetên xwe tedbîr digirin lê belê ev terê nakin. Ji bilî gelek kes ji malên xwe dernakevin gelek kes jî ji ber fikara debara malên xwe neçar dimînin ku derkevin derve. Hişyariya ku ji hêla hikûmetê ve tê kirin terê nakin.  Helwestên ku tên nîşandan jî qels in. DÎMEN HEYE
* Agirê Newrozê ku wekî sembola berxwedanê ye û ji Kawayê Hesinkar heta îro her geş dibe, her bûye sedema geşkirina hêviyên di dile Gelê Kurd de jî. Jina bi navê Hatîce Beytur di derbarê Newrozên berê û niha de axivî. Hatîce, anî ziman ku bi saya berxwedana di demên berê de dane îro dikarin bi rehetî Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Newroz tê wateya hatina biharê, lê belê îktîdar hatina biharê reş dike.” . DÎMEN HEYE
* Jinên Girê Spî  yên ku koçberî  Kantona Kobanê bûne, hestên xwe derbarê Newrozê de anîn ziman û gotin: “Her sal bi dilekî gerim me Newroza xwe pîroz dikir û têkoşîna xwe di Newrozê de dida diyarkirin. Îsal jî  tevî êrîş, koçberî û qedexekirinê  jî, em ê li ber deriyên mala xwe agirê Newrozê geş bikin.” DÎMEN HEYE
* Jinên ku di projeya çandiniyê ya ku bi pêşengtiya Yekîtiya Jina Azad  li Şehbayê hatiye avakirin  dixebitin axivîn û gotin: "Divê jin aboriya wê cuda be. Karê ku bi destên jinê tê kirin bi wate ye û divê jin xwedî li keda destên xwe derbikeve." .” DÎMEN HEYE
* Jina bi navê Fatma Fatê her sal alavên xwe yên dîrokî di 21’ê Adarê de derdixe û mala xwe dixemilîne. Fatmayê dibêje:”Adar hem şahî ye hem jî şîn e.” DÎMEN HEYE
*Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anîn ziman. Jinên Şengalê gotin:”Rêber Apo her dem ji bo azadiyê xizmet kiriye. Bila tecrîd bi dawî bibe.” DÎMEN HEYE
*Çalakvanên TJA’yê da zanîn ku Newroz roja berxwedan û serhildanê ye û gotin: "Em bang li jinan dikin ku îro di saet 20.20’an de li şaneşînê xwe Newroza xwe pîroz bikin. Heta roja me ya îro bi hezaran Kawayên hemdem serî rakirin. Em ê agirê Newrozê dê li dijî tecrîdê geş bikin."DÎMEN HEYE