Li Amedê gel bi çepikan piştgirî da xebatkarên tendûristiyê
- 21:42 19 Adar 2020
- Rojane
AMED - Gelê Amedê bi çepikan piştgirî dan xebatkarên tendûristiyê.
Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku li seranserê cîhanê belav bûye û li Tirkiyeyê hejmara mirî û berketiyên vîrûsa corona her roj zêde dibe û heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 198 berketiyên vîrûsê hene. Di vê pêvajoyê de herî zêde berpirsyarî dikeve ser milên xebatkarên tendûristiyê. Li ser medyaya civakî ji bo ku piştgiriyê bidin xebatkarên tendûristiyê li her deverên cîhanê saet 21:00'an de gel derket balkonan û bi çepikan piştgirî dan xebatkarên tendûristiyê. Li Amedê jî li her tax, kolan û navçeyên Amedê gel derket balkonan û bi çepikan piştgirî dan xebatkarên tendûristiyê.