Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dê li şaneşînan Newroz bê pîrozkirin

  • 11:31 19 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan HDP'ê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de bang li jinan kir û gotin: "Dê sibêhê êvarê di saet 20.20'an de em ê derkevin şaneşînên xwe û bi tilîlî, stran, roniyên telefon û feneran Newroza xwe pîroz bikin."
 
Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên îsal yên Newrozê hatin betalkirin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê pîrozbahiyan de bang li jinan kir û got jin dê dakevin şaneşînên xwe bi tilîlî û bi roniyên telefonên xwe Newrozê pîroz bikin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê destnîşan kir ku dê sibê evarê di saet 20.20'an de dest bi pîrozbahiyên xwe bikin. Meclîsa Jinan bi rêya Twitterê bang li jinan jinan kir û gotin: "Em çend li dûrê hev bin jî di dilê milyonan kesan de Newroz tê pîrozkirin. Em ê dakevin şaneşînan, bi tilîlî, stran û roniyên telefon û fenerên xwe Newroza xwe pîroz bikin."