‘Divê KHK’yî vegerin kar û bi lez bên tayînkirin’

  • 09:28 19 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE- Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku li Tirkiyeyê bi zêdebûna vîrusa korona re li nexweşxaneyan wê qerebalixî çêbibe û got hejmara xebatkarên tenduristiyê kêmin û got: “Divê demildest kesên ji kar hatine dûrxistin bên tayînkirin û her wiha xebatkarên KHK’ê hatine îxrackirin jî demildest li karên xwe bên vegerandin.”
 
Di meha Kanûnê de li bajarê Wuhan ê Çînê, vîrusa korona derket holê û ji 170’ê zêdetir li welatiyan belav bû. Li ser 181 hezar û 377 kesî vîrus hat tespîtkirin û heta niha jî 7 hezar û 119 kesî jiyana xwe ji dest daye. Wezîrê tenduristiyê Fahrêttîn Koca di daxuyaniya dawî de diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên bi korona ketine bûye 98 û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Gonul Erden, tedbîrên divê bên girtin, tiştên di qada tenduristiyê de tên jiyîn û tiştên divê bên kirin nirxand.
 
‘Divê pêvajo bi hev re bê birêvebirin’
 
Gonulê diyar kir ku li şûna hejmar bên şopandin divê tedbîr zêdetir bên axaftin û bikevin jiyanê û got: “Ev nexweşî li Tirkiyeyê wek asta duyemîn hat vegotin. Ya girîng eve ku tedbîr çiqas hatine girtin, çiqa nehatine girtin. Divê ev bên nîqaşkirin. Di vê pêvajoyê de zelalî gelek girînge. Ev jî baweriyê derdixe holê. Ya duyemîn jî birêvebirina pêvajoyê ye. Em bi israr dibêjin ku em ji her cureyê hevkariyê re amade ne. Em dixwazin vê pêvajoyê bi hev re bi rêve bibin.”
 
‘Divê di pêşniyarên zanistan de hevkarî hebe’
 
Gonulê destnîşan kir ku wezîrê karê hundir daxuyand ku wê şano, salonên dawetê, lokanteyên bi muzîk, taverna, kahwe, kafe, salonên sporê û kafeyên înternetê bên girtin û got: “Ev tedbîr rast in, lê têr nakin. Îro pispor û lijneya zanistan a wezareta tenduristiyê ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (DSO) tiştekî zelal dibêjin: Paqijî û kêmkirina têkiliyê gelek girînge. Her wiha xwedîbûnek baş tê vegotin. Divê em di tedbîrên ku zanist li ser disekinin bibin yek.”
 
‘Divê dewlet alavên paqijiyê belav bike’
 
Gonulê wiha got: “Pispor dibêjin divê bê navber dest bên şûştin. Ev raste. Lê hikûmet bê pere alavên paqijiyê belav bike. Dezenfektana destan, sabuna ron, rûpûş divê bê pere bê belavkirin. Mixabin îro ev alav di piyasayê de jî tune. Ligel vê pispor li ser xwedîbûnek baş dizanin. Divê şert û mercên aborî li ber çavan bên girtin. Li welat piraniya nifûsê di bin sînorê birçîbûnê de jiyanê didomîne. Ji ber vê divê hikûmet xurekê ji bo aliyên xizan taqwiye bike. Li kolanan gelek kes dijîn. Her wiha rastiya penaberan jî heye. Divê şert û mercên starbûnê bên avakirin. Dema ev neyên çareserkirin, ne pêkane em li dijî vîrusê têbikoşin.”
 
‘Qada tenduristiyê hîna wek reşa normal bi rêve diçe’
 
Gonulê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Der barê qada tendruistiyê de tedbîr nehatine girtin, hîna wek rewşa normal bi rêve diçe.Ji bo kontrolkirina nexweşiyê û dermankirin û mudaxalekirinê rewş gelek krîtîke. Divê li qadên tenduristiyê tedbîrên taybet bên girtin. Em dibêjin ku ‘ji bo bidin jiyîn, neçarin bijîn’. Ji ber vê tenduristiya xebatkar û civakê hev eleqeder dikin.”
 
‘Rûpûşên cerrahî jî nayên dîtin’
 
Gonulê balkişand ser qelsiya rûpûş û ekîpmanên parastinê yên li nexweşxaneyan û got: “Mixabin der barê vê de tedbîrên baş nehatin girtin. DSO dibêje divê ji bo xebatkaran rehberên zanistî bên amadekirin û planên çalakiya lezgîn bên amadekirin. Lê mixabin heta îro ev yek nehatin kirin. Divê her xebatkarê tenduristiyê ekîbmana wan ya parastinê hebe. Lê li gorî agahiyan rûpûşên cerahî jî nayên dîtin.
 
‘Divê tayînkirin û kesên KHK’î demildest şûnde bên girtin’
 
Gonulê balişand ser kêmbûna xebatkaran û ev bang li hikûmetê kirin: “Kêmbûna xebatkaran heye. Barê kar û şertên xebatê giranin. Bi vê nexweşiyê re wê ev kûrtir bibe. Ev kêmasiya xebatkaran wê barê kar zêdetir bike. Ji ber vê divê wezîrê tenduristiyê demildest xebatkaran tayîn bike. Yên bi KHK’ê hatibûn îxrackirin jî divê demildest bên radestkirin. Wezîra xizmeta civakî û malbatî Zehra Zumrut Selçuk diyar kir ku jinên ducanî, yên zarokan dimijînin û xebatkarên astengdar û yên ne rêveber yên temenê wan di 60’î de wê ji 16’ê Adarê şûnde 12 rojan destura îdarî bikar bînin. Lê ev hîna pêk nehatiye.Hevalên me yên ducanî û yên dermankirina kemoterapî dibînin hîna dixebitin.”
 
Gonulê her wiha destnîşan kir ku divê li nexweşxaneyan navendên krîzê bên avakirin û got: “Hewcedariya me bi çi, çiqas pê heye? Dema ev tê kirin jî divê rêxistinên tenduristiyê jî tevlî vê bên kirin. Em van kêmasiyan bi vî awayî dikarin çareser bikin.”
 
‘Test bi sînorin, divê demildest bên belavkirin’
 
Gonulê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pir ne ferz be û lezgîn be divê welatî neçin nexweşxaneyan.Li ser pêşniyarên me operasyon hatin betalkirin û ligel vê jî divê test bi awayekî lezgîn bên zêdekirin. Ger îro hejmar kêm be ev girêdayê hejmara testê ye. Divê test bên zêdekirin ku ev vîrus bê tespîtkirin. Her wiha divê em têkiliyê bi mirovan re daxînin asta herî jêr.”