‘Divê li dijî korona û kuliyan em ewlehiya xwe bigirin'

  • 09:14 19 Adar 2020
  • Rojane
Medya Uren - Şehrîban Aslan
 
AMED - Qeyrana aborî, bêkarî, vîrûsa korona û niha jî dagiriya kuliyan li Tirkiyeyê rovên sereke ne. Endezyar Ece Demîreloz a li ser van daneyan axivî wiha diyar kir: “Ligel bandora qeyranê niha civak bi vîrûsa koronayê re rûbirû ye. Lê belê divê dagiriya kuliyan jî neyê ji bîrkirin. Kulî wê ji koronoyê zêdetir zirarê bide Tirkiyeyê."
 
Li Tirkiyeyê qeyrana aborî, buhabûna xurek û bêkarî her diçe mezintir dibe. Her wiha vîrûsa korono (kovid-19) re qeyrana aborî rewşeke cudatir girt. Bi vîrusa korono yê re zirara di bazara borsaya cîhanê ya meha borî de gihiştî bû 14 trîlyon dolarî. Dolara di hefteya çûyî de gihiştibû 6.10’an roja îro ji bilindbûnek bi qasî 6.20 bû. Zêra ku hefteya çuyî di bihayê wê gihişt asta herî bilind. Her wiha di van rojan ji dagiriya kuliyan jî di rojevê de ye. Endama Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û endezyar Ece Demîreloz têkildarê qeyrana li Tirkiyê nirxandinên xwe bi me re parve kir.
 
‘Qeyran li her deverî bandora xwe nîşan da’
 
Ece di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser qeyrana aborî û wiha got: “Dihat gotin ku wê  dahata neteweyî ber bi dawiya salê ve ji sedî 15 mezinbû. Lê bi qeyrana aborî re kerasetên xwezayî û vîrusê re îhtîmala pêkahatina wê rêjeyê kêm bû. Ango mezinbûnek were jiyîn jî tenê ji sedî 2 pêk were. Di demên borî de bi xistitina fayîzan re qeyranên mezin ru dan, wê bi ketinek din re qeyranek mezintirîn were jiyîn."
 
Ece, destnîşan kir ku bilindbûna aboriyê tê wateya hilberîna zêde û got: "Ger daxwaza hilberînê tunebe wê hilberîner, parekendefiroş ji di bihayê berheman de zamên mezin çêbikin. Lewra wê îhracat ji were asta herî kêm. Bi koronoyê re ev ji hatiye asta herî kêm ku du welatên em herî zêde danûstandinê jê dikin Îran û Îraq ji bi heman awayî bi vîrûs û dagiriya kuliyan re rûbirû maye. Ev qeyrana li cîhanê bandora xwe nîşan dide wê bi awayê herî dijwar Tirkiyê bi bandor dibe."
 
‘Deznefektan ji Çînê tên Tirkiyeyê’
 
Ece, da zanîn ku li Viyana yê civînek pêk hat û li vir biryara sînordarkirina hilberînê hat dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî vê biryarê 30 sal şûnde cara yekem buhaya neftê ket. Dibe ku gelek welatî bi awayek mafdar ji bo ketina neftê dilşad bin. Lê divê em şiyarbin ku bi ketina buhaya neftê dê bibe sedema buhabûna gaza xwezayî, av, ceyran û berhemên din. Tê zanîn ku Çîn di aliyê hilberîna berheman teknolojî û îhracatê de li pêş e û madeyên xam hildiberîne. Di xwedikirina welatên din de rola Çînê krîtîke. Ger em di vê hêlê de mînak bidin ji ya herî ber bi çav jî koronoyê re dezenfektan û qolanya ye û niha gelek tê firotin. Lewra niha di dîtina van berheman de zehmetî tên kişandin. Tirkiye ev berheman bi tevahî ji Çînê distîne. Lê Çîn li hemberî vîrusê têkoşînekî mezin dide, ev dide nîşandan ku wê di aliyê aborî de xwe komî serhev bikin.”
 
‘Kulî wê ji koronoyê zêdetir zirarê bide'
 
Ece, di axaftina xwe de bal kişand ser dagiriya kuliyên ku ji Afrîkayê hatine û got: "Niha Îran û Iraq ji hêla kuliyan ve hatine dagirkirin. Ji ber vê rewşê Tirkeyê jî di nava metirsiyê de ye. Salên borî li Tirkiyeyê dagiriya bi vî rengî yên biçûk pêk hatin. Mînaka wê di sala 2018’an de li Siverekê rû da. Ev bû sedem ku xwediyên erd û hilberînker bikevin qeyranek mezin de. Ji ber ku Tirkiye welateke çandiniyê ye. Di rewşên wiha de bandorek mezin li aboriya netewî dike û niha rewşa me di nava metirsiyê de ye. Li rexa ku Iraq û Îran ji Çînê bi qasî 4000 yan 5000 km an dûre ewlehiyên mezin girtin e. Lê Tirkiye cîranê van welatane. Kuliyên tu di rojekî de 150 km rê diçin wê ji bo hatina Tirkiyê tenê 4 rojên wan biçe. Ji bo ketina Çînê ji wê bi qasî mehekê wext derbaz bikin. Îstilaya kuliyan rîskek mezin dihilgire divê bi lezgînî ewlehî werin girtin. Kulî dê ji koronayê zêdetir zirarê bide.”
 
‘Divê em ewlehiya xwe bigirin’
 
Ece destnîşan kir ku divê ji bo ewlehiya civakê divê xebatên zanîstî bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kuliyekî dikare ji giraniya xwe zêdetir berhem tûne bike. Ango ev tê wateya wê di rojekî de araziyek mezin tune bikin. Kuliyên 1 km cî bi xwe digirin dikarin di rojekî de berhema têra 35 hezar kesan bike bixwe. Ev keriyê kuliyan her roj 150 km rê derbaz dikin. Ev ji tê wateya bi her awayî em di nava metirsiyê de ne. Divê em li hemberî vê yekê bi ewle bin.”