ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 19 Adar 2020
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê tenê xizmet ji berjewendiyên dagirkeran kir û wiha got: "Siyaset û sîstema Rêveberiya Xweser di Efrînê de hatibû rûniştandin. Lê dagirkeran ji bo berjewendî û hestên xwe yên nîjadperest Efrîn dagir kirin û bûn sedema qirkirin û koçberiyê." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebid Elah da zanîn ku ji bo parastina gel a ji Vîrusa Korona wan dest bi hemleyekê kiriye û wiha got: "Xweparastin ji hezar dermanî baştir e." DÎMEN HEYE
 
*Qeyrana aborî, bêkarî, vîrûsa korona û niha jî dagiriya kuliyan li Tirkiyeyê rovên sereke ne. Endezyar Ece Demîreloz a li ser van daneyan axivî wiha diyar kir: “Ligel bandora qeyranê niha civak bi vîrûsa koronayê re rûbirû ye. Lê belê divê dagiriya kuliyan jî neyê ji bîrkirin. Kulî wê ji koronoyê zêdetir zirarê bide Tirkiyeyê." BI DÎMEN 
 
*Bînevş, Zekiye, Rahşan, Sema, Bêrîvan, Ronahî û Elefteriya… Li dijî zilmê bûn agirê serhildanê. Rihê serhildan û berxwedanê di bedena xwe de veguhertin agirê Newrozê û heta roja me ya îro anîn. Ev jinên ku bûn ronahiya hêviya mirovahiyê, di dîroka berxwedana Newrozê de jî rêwitî kirin û bêguman dîrok jî di bedena wan de hat cem hev. Agirê Newrozê yê bi bedena xwe pêxistin îro li hemû cîhanê belav bûye.
 
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku li Tirkiyeyê bi zêdebûna vîrusa korona re li nexweşxaneyan wê qerebalixî çêbibe û got hejmara xebatkarên tenduristiyê kêmin û got: “Divê demildest kesên ji kar hatine dûrxistin bên tayînkirin û her wiha xebatkarên KHK’ê hatine îxrackirin jî demildest li karên xwe bên vegerandin.” BI DÎMEN
 
*Ji ber krîza aborî esnaf nikarin firotinê bikin û yên tên dan û standinê jî beyî tiştekî bigirin vedigerin malê. Li Wanê Meryem Ozer ya li bazarê tezgah vekiriye, diyar kir ku rojane bi 30 TL malbata 5 nifûsî xwedî dike. Şîrîn Turan jî diyar kir ku bi 5 TL tê bazarê. BI DÎMEN
 
*Vîrusa Korona yek rojeva sereke ya metropola Stenbolê ye. Welatiyên di alî xwegîhandina berhemên dezenfektan û hîjyenê de zehmetiyan dikşînin banga lezgîn li hikûmetê kirin. BI DÎMEN