Meclîsa Kantona Efrînê 18'ê Adarê şermezar kir

  • 16:00 18 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Kantona Efrînê di salvegera 2'yem a êrîşên li ser Efrînê de daxuyanî da. 
 
Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê Efrîn kirin bin kontrola xwe. Meclîsa Kantona Efrînê li kampa Veger a navçeya Şêrewa ya Efrînê bi daxuyaniyekê 18'ê Adarê şermezar kir. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û dezgehê sivîl amade bûn. Her wiha di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Berxwedana me berdewam e heta rizgarkirina Efrînê" û "Bavê manevî ya  terorê Erdogan e" hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Pergala hegemonîk a dewletperest ji bo berjewendiyên xwe hemû rêbazên qirkirinê li ser gel dide meşandin. Kurdistan her dem bûye gola xwînê û rastî gelek komkujiyan hatiye. Weke Helebçe, Dêrsîm, Şengal û sînemaya Amûdê. Pergala dewleta tirk  pergalek nîjadperest û netewperest e, ji bo Gelê Kurd nebin xwedî statu, rojane êrîş dike. Di salên dawî de jî êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir. Rûsyayê destûr da ku Erdogan herêma Efrînê dagir bike. Gelê Efrînê bi hêza xwe ya xweser, bi vîna zarokên xwe, bi germahiya dayikan a hezkirina axa xwe re 58 rojan bê navber berxwedanek efsanewî li dijî teknîka nûjen û çekên qedexekirî li berxwe da. 
 
Efrîn di qonaxa xwe ya yekem a berxwedana Serdemê de rastî hovîtiyek bê ser û ber hat, bi dehan komkujî derheqê gel de pêk hat bi armanca guhertina demografîk,  bi sedhezaran gel bi darê zorê neçarî koçberiyê hatin kirin. Ev bû du sal li ser dagikeriya Efrînê derbas dibe, di hundir du salan de gelê Efrînê rojane bi mirinê re rû bi rû dimîne. Her wiha bi sedan sivîl tên revandin, cihên şûnwar tên rûxandin û bi hezaran darên zeytûnan hatin jêkirin û wekî êzing hatin firotin. Gelê Efrînê hîn jî rastî topbarana dewleta tirk tê, em bang dikin aliyên navneteweyî û yên ku mafên koçberan diparêzin dawî li topbarana dewleta tirk bînin û ew topbaran dibe sedem ku komkujiyên mîna Til Rifet û Aqîbê bên jiyîn. 
 
Em wek Meclîsa Kantona Efrînê çawa ku me 58 rojan di qonaxa yekem de li ber xwe da, di qonaxa duyemîn de jî 731 rojan li ber xwe didin. Em ê asta berxwedanê bilind bikin da ku Efrînê rizgar bikin. Banga me li neteweyên yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan heye ku kiryarên Erdogan belge bikin û di qada navneteweyî de bê dadgehkirin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.