Gundê Bînê tê topbarankirin

  • 15:20 18 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Dewleta tirk di van kêliyan de gundê Bînê ya navçeya Şêrewa topbaran dike.
 
Di van kêliyan de gundê Bînê ya navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin. Her wiha derdorê navçeya Til Rifetê jî tê topbarankirin. Li Gundê Bînê mala Mistafa Ezet hat hedef girtin. Her wiha saziya tendirustî jî hat hedefgirtin. 
 
Girêdayî topbaranê hin encam nehatine bidestxistin.