'Hikûmet li şûna ku tenduristiya civakê bifikire sermayeya xwe difikire'

  • 14:56 18 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê têkildarê vîrûsa koronayê de daxuyanî da û got: "Hikûmet ewlehiyên pêwîst nagire, di derbare mijarê de pir pasîf tevdigere."
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya DemokratîK a Gelan (HDP) yê têkildarê pêvajoya siyasî daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Daxuyanî li navenda avahiya HDP'ê ya Amedê hat dayîn. Daxuyanî ji hêla berdevka meclîsê Betul Unsal ve hat xwendin.
 
Betul, pergala ku hevsengiya xweza û jiyanê serûbinê kiriye mirovan bi van rewşan re terk kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li gel bûyerên xwezayî nexweşî û şewb bêhtir rû didin û zûtir belav dibin. AKP û MHP li şûna ku civakê bifikire aboriya xwe difikirin. Ger em îro pêvajoyê ku welat têdeye binêrin, em ê dibînin ku tu gav ne hatiye avêtin. Bi belavbûna nexweşiya coronoyê re em dibinin ku hikûmet qada tendirustiyê wekî qada sermayeye bikartîne. Ev ji li şûna avakirina çareseriyan rê li ber qeyrananên mezintir vedike. Divê gel ji li hemberî qeyranê paradîgmaya demokratîk û ekolojik pêşbixe."
 
‘Di her qadê de me xebat dan meşandin’
 
Betul di daxuyaniyê de bal kişand li ser xebatên ciwanan ên agahdarkirina gel û diyar kir ku li ser medyaya civakê bi awayekî pergalî bernameyan parve dikin. Betul, got: "Ango têkildarê şeklen xwe parastinê bi taybet kesên nexweşiya kronik dihilgirin me xebatên taybet da meşandin. Em wekî meclîsa ciwanan bang dikin ku hemû ciwan bi me re di nava piştevaniyê de bin. Ciwanên ku agahiyan digirin bila bên avahiya HDP’ê yan ji di medyaya civakî de bi me re bikevin têkiliyê.”
 
‘Maseya krîzê hat avakirin’
 
Betul da zanîn ku navenda giştî ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê maseya krîzê ava kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hişyarî û daxuyaniyên ku tên kirin cîdî werin girtin û şopandin. Bi nexweşiyan re ji qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe. Bandora qeyranê jî li ser civakê bêtir bi bandor e û dibe sedema xwekuştinan. Xwekuştin jî rêbazeke qetlîamê ye. Divê hikûmet polîtîkayên çareseriyê biafirîne."