Ne rapora derbê, cezayê dîsîplînê dan girtiyan

  • 14:42 18 Adar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Şukran Ozturk diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Manîsayê ferzkirina hejmara li ser piyan û îşkence heye û wiha got:"Girtî bi îşkenceyên mezin rû bi rû dimînin û cezayê dîsîplînê didin girtiyan."
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş (ÇHD), Ege TUHAYDER, Nûnertiya Îzmîrê, ÎHGD, İMECE-Der derbarê ferzkirina hejmara li ser piyan û îşkenceya li girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Manîsayê de civîna çapemeniyê hat dayin. Parêzer Şukran Ozturk di civînê de axivî.
 
'Hejmara li ser piyan li girtiyan tê fezkirin'
 
Şukranê wiha got:"Ji dîroka 5'ê Kanûna 2018'an de îdareya girtîgehê hejmara li ser piyan li ser girtiyan ferz dike. Bi zorê girtiyan radikin li wan didin. Di heman demê de cezayên dîsîplînê yên belasebe hatine dayin. Her wiha îdareya girtîgehê van îşkenceyan ji nedîtî ve tê. Di 13'ê Adarê de Adem Bozkurt birine Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê rapora derbê nehatiye dayin. Bi koguşên girtiyan de hatine girtin û girtî hatine tehdîtkirin. "
 
Şukranê wiha dewam kir:"Divê sûcên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Manîsayê hatiye kirin derkeve holê sûcdar bên cezakirin. Divê muameleya ne baş bê qedexekirin. Em ê şodarên doza muameleyên nebaş û îşkeceyan bin."