TOKÎ'yên Şirnexê di bin avê de man

  • 14:32 18 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê malên TOKÎ ji ber barîna baranê di bin avê de man.  
 
Li navenda Şirnexê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 8 meh dewam kiribû. Gelek taxên Şirnexê hatibûn hilweşandin. Îdareya Konutên Komî (TOKÎ) li van taxan avahiyan çêkiribûn. Di mehên derbasbûyî van malan radestî xwediyên wan kirin. Malên TOKÎ yên bi milyonan pere lê hatin xerckirin, ji ber barîna baranê di bin avê de man.
 
Barana ku duh ve dibare bandora xwe nîşan da û malên li taxa Gazîpaşayê di bin avê de man. Avê di dîwarên xaniyan de avêt. Welatiyan dîmenên malên wan ku di bin avê de mane belav kirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku her deverê malên wan di bin avê de mane.