Meclîsa Bajarê Dêrikê 18'ê Adarê şermezar kir
- 13:55 18 Adar 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Bajarê Dêrikê salvegera duyemîn a êrîşên li ser Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve bi daxuyaniyekê, şermezar kir.
Meclîsa Bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê, salvegera duyemîn a êrîşên li ser Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê bi daxuyaniyekê, şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya meclisa bajêr bi beşdarbûna Endamên meclis û Kongreya Star, pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Dêrikê ve Hesen Hemza ve, hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû
“Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn dagir kirin. Dewleta tirk bi hovîtî êrîşî Efrînê kir û xiste bin kontrola xwe. Di encamê de bi hezaran kes li pêşiya çavê hemû cîhanê hatin qetilkirin û koçberkirin. Gelê Efrînê berxwedaneke mezin dane meşandin, heta vê kêliyê jî dagirkeriya li ser Efrînê de dom dike. Gelê Efrînê jî xwedî îrade ne û bi hêvî ye ku vegerin welatê xwe. Em wek Meclîsa Bajarê Dêrikê hemû şehîdên berxwedana Serdemê bi bîr tînin û em berxwedana gelê xwe pîroz dikin.
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.