Li wargehên karantînayê xebatkarên tendirustiyê tune ne

  • 13:20 18 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Li wargehên xwendekaran ku ji bo karantînaya kesên ji derveyî welat tên hatine diyarkirin, bergirî di asta tunebûnê de ne. Welatiyên ku li wargehan hatine bicihkirin, diyar kirin ku xebatkarên tenduristiyê li wargehan tunene. 
 
3 hezar û 614 kesên ku ji derveyî welat û umreyê vegeriyan Tirkiyeyê, li wargehên xwendekaran ên girêdayî Saziya Wargehên Krediyê (KYK) hatin bicihkirin. Polis, li deriyên têketinên wargehan hatin bicihkirin. Li ser rêyên ku dertên ber derî wargehan sepanên ewlehiya taybet pêk hatin.  Li ber deriyê wargehan TOMA hatine bicihkirin û rê bi wesayîtên zirxî û bariyeran hatine girtin. Yek ji wargehên ku welatiyên derveyî welat hatin weqetandine Wargeha Xwendekarên Kur a Kanûnî Sûltan Suleyman a li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê ye. Welatiyên ku bi 13 otobûsan anîn wargehê dê heta 14 rojan di bin karantînayê de bimînin. Welatiyên ku di nav wan de zarok û ciwan jî hene, diyar kirin ku li wargehê tu bergiriyên tenduristiyê nehatine girtin û angaşt kirin ku personelên tenduristiyê li wargehê tune ne. Paqijiya wargehê ji aliyê xebatkarên Şaredariya Başakşehîrê ve tê kirin.