'Em ê bi serfirazî vegerin ser axa xwe'
- 13:18 18 Adar 2020
- Rojane
Tolîn Elî
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, derbarê salvegera 2’emîn a êrîşên li ser Herêma Efrînê hestên xwe anîn ziman û gotin: “Dagirkeriya li ser Efrînê êşa ku dilê me dişewitîne û di mêjiyê me de zindî ye. Mayina me ya li Şehabyê, bi hêviya vegera Efrînê ye.”
Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk komên girêdayî wê, Herêma Efrînê kirin bin kontrola xwe. Bi sed hezaran kes koçber bûn û bi êşa jiyana zehmet û pilana qirêj re rû bir û man. Têkirdarî mijarê, jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê li berxwe didin nêrînên xwe bi me re parve kirin.
‘Roja 18’ê Adarê di dîrok û mêjiyê Efrîniyan de her zindî ye’
Ji Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Heşêm li ser salvegera êrîşên li ser Kantona Efrînê axivî û wiha got: "Ev bû du sal li ser dagirkirina Herêma Efrînê re debas dibe. Dewleta tirk li pêşiya çav û bêdengiya cîhanê êrîşî Efrînê kir, li hemberî êrîşan berxwedaneke 58 rojan, hat kirin. Ji bo ku em gelê xwe ji komkujiyan biparêzin, em neçarî koçberiyê bûn, 18’ê Adarê roja dagirkirina Efrînê nayê jibîrkirin. Berxwedana Serdemê bû mînak ji hemû cîhanê re. Mayina me li Şehabyê, bi hêviya vegera ye, em tu carî ji bo rizgarkirina Efrînê ranawestin. Roja 18’ê Adarê di dîrok û mêjiyê Efrîniyan de her zindî ye. Efrîn her di dilê me de dijî.”
'Wê rojek were û hemû gel wê vegerin ser axa xwe’
Her wiha jina bi navê Xedîce Mistafa zordariya koçberiyê anî ziman û wiha pê de çû: "Em kiryarên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin, wê tu kes nikaribe li hember vîna me bisekine. Dewleta tirk a dagirker cihên me yên dîrok hildiweşîne, talan dike û dîroka me didize. Niha jî em li kantona Şehbayê li ber xwe didin, wê rojek nêz were û hemû gel wê veger in Efrînê. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li ber xwe bidin."
'Em ê bi serfirazî vegerin ser axa xwe'
Meryem Ibrahîm derbarê koçberiya ji Efrînê û kiryarên dewleta tirk hestên xwe anî ziman û wiha got: “Derketina me ji Efrînê gelek bi êş û zehmet bû, ji Efrîn heta navçeya Şêrewa em bi meşê derketin. Ji bo ku em rûmeta xwe ji êrîşên dewleta tirk biparêzin, em neçarî koçberiyê bûn. Di rêya koçberiyê de zarok, jin û mirovên bi temen mezin jiyanên xwe ji dest dan. Em ê ji bo mafê xwe şer bikin û serfiraz vegerin Efrînê.”