Girtî terkî mirinê hatin kirin: Hîn zext didomin

  • 12:51 18 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Girtiya bi navê Sibel Kaya ya li Girtîgeha Bayburtê di hevdîtina bi xizmên xwe kir de wiha got:"Îdareya girtîgehê tu tedbîrê nagire. Bi ser koguşên me de digirin. Gardiyan nêzî me dibin û koguşên me nayên dezenfektekirin. Divê demildest tedbîr bên girtin."
 
Ji ber Virûsa Koronayê bandorek neyînî li ser gelek qadên jiyanê dike. Tevî bandora neyînî tedbîrên ku têra xwe nayên girtin dibe sedema fikaran. Girtiya bi navê Sibel Kaya ya li Girtîgeha Bayburtê di hevdîtina bi vasisasa xwe Sonbahar Orak re kir de wiha got:"Li vir bi ser koguşan de tê girtin. Tedbîr nayên girtin û girtî terkî mirinê tên kirin."
 
Sibelê wiha got: "Li girtîgehan rewş diyar e. Em di nava şerdên dijwar de ne. Heta niha tenê carekê koguşên me dezenfekte kirine. Em di vê pêvajoyê de naxwazin lêgerîn bên kirin. Îdareya girtîgehê tu tedbîrê nagire. Bi ser koguşên me de digirin. Gardiyan nêzî me dibin û koguşên me nayên dezenfektekirin. Divê demildest tedbîr bên girtin. Tedbîr nayên girtin û girtî terkî mirinê tên kirin. Her wiha ji bo nexweşên girtî jî tiştek nayê kirin. Em nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û dema hevdîtina bi telefonê re nehat dirêjkirin."