Koordînasyona Kongreya Star 18'ê Adarê bi daxuyaniyê şermezar kir

  • 12:16 18 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê  bi  armanca şermezarkirina duyemîn salvegera êrîşên li ser Efrînê, daxuyaniyek nivîskî da. 
 
Di 18’ê Adara 2018’an de Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê hat kontrolkirin. Bi boneya dyuemîn salvegera êrîşên li ser Efrîn, Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.  
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Efrîn bajarê aştî û azadiyê bû. Bajarê kevneşopiyên dîrokî  û xwedewenda Aştarê ye. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, Efrîn cihê herî bi ewle bû.  Gelên Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan berê xwe dan kantona Efrînê. Bi derfetên herî kêm rêveberiya xwe ya xweser ava kir û jiyana xwe bi rengekî aştiyane domandin. Bi avakirina sîstema demokratîk re Efrîn bû armanca dagirkeran mîna dewleta tirk û çeteyên wê.   Ji bo desterkirina dîroka gelan, çand û dewlemendiyên wan ên xwazayî , Efrîn  hat dagirkirin. 
 
Di 20'ê Çileya 2018'an dewleta tirk bi hevkariya hemû dewletên navneteweyî êrîşî kantona Efrînê kir û bi awayekî hovane Efrîn topbaran kir. Dewleta tirk hemû çekên xwe yên giran,  qedexekirî û kîmyasal  di Efrînê de bi kar anîn, di encamê de gelek mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Cihên  xizmetguzariyê yên gel hedef girtin û jin kire armanca êrîşên xwe. Bi sed hezaran gel ji warê xwe koç bûn û li herêma Şehbayê di kampan de hatin bicihkirin.
  
Bi dagirkirina Efrînê, dewleta tirk kiryarên dijmirovî yên qirkirina Gelê Kurd, kiriye armanca xwe ya yekem.  Her wiha operasyona guhertina demogirafîk dest pê kir û gelek  deverên xizimetê, dibistan û pîrozgehên olî veguherandin navendên leşkerî û kiryarê hovane li ser gelê sivîl dan meşandin.
 
Di vê êrîş û dagirkeriyê de para herî mezin ji vê  êşê  ya jinê  bû. Jin  rastî hemû kiryaran hat, di nav de revandin, êşkence, destdirêjiyê û kuştinê. Li gorî belgeyan 1200 jin rastî kiryarên dewleta tirk hatin û  bi hemû şewazên tundiyê re rû bi rû man. Tevî ku du sal jî derbas bûne, hîn jî êrîş û topebarana dewleta tirk li ser gelê Efrînê didome. Em vê dagirkeriyê û kiryariyên dewleta tirk şermezar dikin. Bangawaziya me ji hemû sazî û dazgehên mafê mirovan, raya giştî ya cîhanî ew e ku rabin ser piyan.  Daxwaza me avakirina jiyaneke hevbeş li ser xaka Sûriyeke ne navendî,  pêk were. Bi rihê berxwedana serdemê ya (58) rojan li ber xwe da ku heya niha jî li ber xwe dide  ku em jê re şopedar bin. Em ê têkoşîn bikin heta ku em Efrînê rizgar bikin.”