Kurd li Brîtanyayê li dijî koronayê Navenda Krîzê ava kirin

  • 11:41 18 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, ji ber vîrûsa korona Navenda Krîzê ava kir.
 
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji ber vîrûsa koronayê çalakî, xwepêşandan, pîrozbahî û panelên li tevahiya welat betal kir û ji bo bersivê bide pêwîstiyên lezgîn ên civakê Navenda Krîzê ava kir.
 
Navenda Krîzê ji berdevk û xebatkarên komîsyonên tenduristiyê, çandê, rêxistinbûnê, çapemeniyê û gelek komîsyonên din pêk tê. Navenda Krîzê wê ji Navenda Civaka Kurd a li Londonê bê birêvebirin. Meclîsa Gel ku avahiya navendê sterîlîze kir, hin biryar wergirt. Bi taybetî bang li civaka Kurdistanî û Tirkiyeyî kir.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara mirovên li Brîtanyayê bi vîrûsê ketine hezar û 500 derbas kiriye. Hate bibîristin ku Pergala Tenduristiyê ya Brîtanyayê (NHS) ji bo nexweşan tenê gotiye 'Bila 7 rojan li malê xwe îzole bikin' û ji bilî vê pêşniyarê bi tu berpirsyariyê tevnagere. Di daxuyaniyê de hate gotin, Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo tenduristiya gel di serî de li Londonê li gelek bajaran Navendên Krîzê ava kiriye.
 
Hate destnîşankirin ku Navendên Krîzê wê bi mirovên li malên xwe îzole bûne û pirsgirêkên xwarinê heye têkiliyê deyne û ji wa re bibe alîkar.