Komeleya Jinê ya Rosayê navber da xebatên xwe

  • 11:32 18 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê ragihand ku ew ji ber Vîrusa Coronayê navberê didin xebatên xwe û got:"Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin."
 
Komeleya Jinê ya Rosayê ji ber Vîrusa Koronayê (Covid-19) navber da xebatê xwe. Komeleya Jinê ya Rosayê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan di civîna xwe ya di 16'ê Adarê de biryar dane ku ji ber Vîrusa Koronayê navberê bidin xebatên xwe. 
 
'Em bi guman in ku di vê pêvajoyê de keda jinê hîn bêtir bê binaxkirin'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ji ber virûsa coronayê ya ku dibe sedema talûkeyek mezin divê tedbîr bên girtin. Lê tedbîrên ku li vî welatî tên girtin têr nake. Em bi guman in ku di vê pêvajoyê de keda jinê hîn bêtir bê binaxkirin. Ji bo vê yekê têkoşînek hevpar lazim e."
 
Em ê xebatên xwe ji ser medyaya civakî dewam bikin
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin hêza piştevaniyê gelek girîng e û wiha dewam kir:"Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê wekî Komeleya Jinê ya Rosa xebatên xwe ji ser medyaya civakî dewam bikin."