Ji bo Eyşe ya ku ji aliyê çawişê pispor ve bi tecawizê rû bi rû ma daxwaza edaletê

  • 10:39 18 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ayşe Çeçen a ku ji aliyê malbata wê ve 7 sal berê hatibû diyarkirin ku winda bûye bi hatina rojevê ya lêkolînek nû hat hînbûn ku ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin. Ayşe ya ku ji aliyê çawişê pispor ê bi navê E.T. ve bi tecawizê rû bi rû hatibû hiştin piştre ji aliyê bav û apê xwe ve hatibû qetilkirin. Xwişka Ayşeyê, Berfîn Çeçen ji bo Ayşeyê daxwaza edaletê kir. 
 
Di 2013'an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê zaroka 17 salî ya bi navê Ayşe Çeçen ji aliyê malbata wê ve hatibû diyarkirin ku winda bûye. Bi hatina rojevê ya lêkolînek nû hat hînbûn ku ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hat kirin de, hat hînbûn ku bavê Ayşe M.F.Ç., û apê wê Î.Ç û xizmê wê Î.Ç ew bi çekê kuştine. Hat hînbûn ku Ayşei ji aliyê çawişê pispor E.T ve bi tecawizê rû bi rû hatiye hiştin û ew şandine stargehê. Piştre bavê wê ew ji stargehê derxistiye û hatiye qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Ayşeyê de 3 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. Tê payin ku di çarçoveya lêpirsînê de îdianame were amadekirin û bersûc bên cezakirin. 
 
'Ser tecawizê girtin'
 
Berfînê diyar kir ku ji ber ew li Iraqê bûn loma bûyer neşopandine û wiha got:"Dema bavê min hat girtin ez hatim Iraqê. Dema ez li Başûr bûm dozgeriyê ba xwişka min kiriye û wêneyê Ayşe nîşanî wê daye. Ayşe li Sûriyeyê hatibû qetilkirin. Xwişka min û xaltiya min piştre Ayşe teşhis kirine. Lê di destpêkê de ji ber malbata cenaze nedihat zanîn ji aliyên kesên xerîb ve hatiye definkirin. Ayşe dema ku ji aliyê E.T bi tecawizê rû bi rû hatibû hiştin 17 salî bû. Ez wê demê 14 salî bûm. Ayşe ew mêr nas dikir. Wê demê jî malbatê gilî kir lê ji ber ku pişta wî xurt bû nehat cezakirin. Ser tecawizê girtin."
 
Herî dawî Berfînê got ew ji bo xwişka xwe edaletê dixwaze.