'Di kampên Şehbayê de 1670 malbat dijîn'

  • 09:16 18 Adar 2020
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Desteya Jinê Zelox Reşîd û Endama Tevgera Çand û Hunerê Newroz Silêman teqez kirin ku gelê Efrînê dev ji berxwedana xwe berneda û bi mayina Şehbayê berxwedana xwe mezin dikin.
 
Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê herêma Efrînê kirin bin kontrola xwe û gelê Efrînê berê xwe dan Şehbayê û biryara dewamkirina jiyanê li Şehbayê dan. Di nava du salên koçberiyê de 4 kamp hatin avakirin. Têkîldarê salvegera êrîşên li ser Efrînê ji Rêveberiya Desteya Jinê Zelox Reşîd û Endama Tevgera Çand û Hunerê Newroz Silêman nirxandin kirin. 
 
'Hêza gel li hember dagirkeriya tirk zêde ye'
 
Endama Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Newroz Silêman axivî û wiha got: "Tevgera Çand û Hunerê di pêvajoya qonaxa yekem a berxwedana serdemê de her piştgiriya gel û hêzên xwe kir. Di qonaxa yekem de 6 stran li ser rastiya Efrînê û berxwedana gel hatin derxistin û endamên çand û hunerê bi tembûrên xwe derketin qad û kolanan û stran digotin. Her wiha tevgera çand û hunerê tevlî çalakiyan dibûn û hêza gel li hember dagirkeriya tirk zêdetir dibû." 
 
'Efrîn bû armanca êrîşan'
 
Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya herêma Efrînê Zelox Reşîd wiha got: "Pergala Rêveberiya Xweser ku li Efrînê dihat meşandin ne li gorî siyaseta Erdogan bû, ji bo wê çavên dagirker hate ser Efrînê. Efrîn bû armanca êrîşan û gelek komkujî derheqê gel de pêk hat. Ji ber komkujî li Efrînê pêk hat gel neçar ma berê xwe dan Şehbayê. Bi hezaran şêniyên Efrînê hatin Şehbayê, lê ji ber ku Şehba rastî êrîşên çeteyan hatibû piraniya malan xera bûbûn."
 
'Di kampên Şehbayê de 1670 malbat dijîn'
 
Zelox di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hejmara koçberan û wiha domand:"Di kampa berxwedanê de 720 malbat ji wan 1200 zarok û  800 jin û nêzî 70 kes jî astengdar in dijîn. Paşê ji ber zêdebûna hejmaran kampa serdemê hat avakirin û li wê kampê 750 malbat di nav de 1400 zarok û 900 jin dijîn. Paşê kampa Efrînê hate avakirin û li wê kampê 95 malbat ji wan 200 zarok û 100 jin hene. Paşê ji ber berdewamkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Şehba û gundewarên navçeya Şêrewayê di sala 2019'an de kampa veger hat avakirin, di wê kampê de 105 malbat di nav de 170 zarok û 100 jin dijîn. Li kampê zehmetî hene, lê berxwedana gel ji astengî û zehmetiyan mezintir e."
 
'Li hember hemû cureyên zehmetiyan gel jiyana xwe dewam dike'
 
Zelox herî dawî balkişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta roja îro êrîşên dewleta tirk li Şehbayê dewam dike. Beriya çend mehan jî komkujiya Til Rifet û Aqîbê hat jiyîn. Li hember hemû cureyên zehmetiyan gel jiyana xwe dewam dike, tu sazî ango rêxistinên mafê mirovan erka alîkarîdayîna gel negirt ser milê xwe. Em bang li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî dikin da ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û dagirkeriya tirk ji axa Sûriyeyê derbixînin da ku gel karibe vegere warên xwe."