Di ser Newroza Nisêbînê ya 92’an de 28 sal derbas bû: Min ji bîr nekir

  • 09:13 18 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Yek ji şahida Newroza Nisêbînê ya 1992’an Latîfe Aksoy wiha got: “Wê rojê tenê dengek dihat me, ew jî dengê hestiyên şikestî û guleyan bûn. Mirovan ji bo xwe xilas bikin, xwe davêtin avê. Wê rojê komkujiyek mezin hat jiyîn.
 
Her sal bi nêzbûna Newrozê re yek ji cihên ewil tê hişê mirovan Nisêbîn a Mêrdînê ye. Di 1992’an de wek her bajarî Nisêbînî jî ji bo pîrozbahiya Newrozê daketibûn kolanan. Di serî de jin, ji 7’an heta 70’ê bi hezaran welatî tevlî Newrozê bûbûn û tu tiştek nehatibû jiyîn. Heman rojê li Cizîrê di pîrozbahiyan de li hember gel hewldana komkujiyê pêk hat û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî dîmen derketin holê, gelê Nisêbînê roja din daket qadan. Gel ku li ser pira Çag Çag hat cem hev, dora wan bi panzêran hatibû dorpêçkirin. Anonsên ‘belav bin an jî em ê we bipelçiqînin’ hatin kirin. Li dijî anonsan gel çalakiya rûniştinê pêk anîn û bi panzeran bi ser gel de çûn, gule reşandin. Piranî welatiyan xwe ji pirê avêtin, piranî di bin panzêran de man û hinek jî bûn hedefa guleyan. Şahidên wê demê diyar kirin ku wê rojê 16 kes hatine qetikirin.
 
Pira ku şahidiya berxwedana dîrokî kir, tevî ku di navbera 2015-2016’an de zirar dît jî ev 28 sale li ser piya ne. Şaredariya Nisêbînê ya HDP’ê ku di 2018’an de ji bo bîranîna 16 kesî abîdeya Newrozê çêkir jî ji aliyê qeyûm Ergun Baysal ve hat hilweşandin û li şûna wê kuleya saetê çêkir.
 
Şahida demî Latîfe Aksoy berxwedana gel û komkujiya hat jiyîn ji ajansa me re vegot.
 
Latîfeyê diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê baş derbas bûbûn û tiştên di 22’ê Adarê de hat jiyîn jî wiha vegot: “Em jî di Newrozê de li pîrozbahiyê bûn. Roja din em li dijî mirinên li Cizîrê daketin qadan. Yê min jî zaroka min hembêza min de bû. Hîna ez ji mala xwe derneketibûm deng hatin. Di demek kurt de ji her derê dengê çekan û qêrînê hat. Ez derketim ber derî min ew dîtin. Hîna me fêm nekir ku çi bûye gule li ber mala min ketin. Kesên direviyan digotin bi dehan kesî xwe ji pirê avêtiye û mirine.”
 
‘Tenê dengê hestiyên şikestî û guleyan dihat’
 
Latîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çemê bin pirê bi xwînê gevizîbû. Tenê dengê çekan dihat. Gule bi ser kesên li ser pirê bûn reşandin. Piştre bi panzeran kes pelçiqandin. Cenazeyên mirovan ji avê dihatin derxistin. Çemê Çag Çag sor bûbû. Yên direviyan, yên hewl didan xwe xilas bikin hebûn. Yên alîkarî didan birîndaran hebûn. Rojek wek qiyametê bû. Mirovan nizanibûn çi bikin. Tenê dengê hestiyên şikestî û guleyan dihat.”
 
Latîfeyê bi lêv kir ku her sal dema Newroz nêz dibe heman tiştî dijîn û got: “Ez wan rojan ji bîr nakim. Kengê Newroz bê ew roj tê hişê min. Me zarokên xwe bi zor xilas kirin.”
 
‘Me gelek şer û hilweşîn dît’
 
Latîfeyê got piştî vê bûyerê li Nisêbînê şer, mirin û berxwedan berdewam kiriye û got: “Roja Newrozê ez bi pitika xwe ji mala xwe derketim. Bi rojan nikaribûm biçim mala xwe. Ez wê demê 20 salî bûm. Tiştên ku me nedît nema. Li ser axa xwe êşên ku me nedît nema.”