ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 18 Adar 2020
  • Rojev
*Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku li gelek welatan nexweşî û vîrus belav bûne. Ev jî bûye sedema qeyranên civakî. Bandora xwe li ser her qadê kirine. Niha jî Vîrusa Korona yek sedema ji qeyranên kûr e. Heger tedbîrên cidî neyên girtin ew ê bibe sedema mirina bi milyonan kesî û qeyranên kûr. 
 
* Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê dijîn, li ser xeteriya Vîrusa Korona ya li ser Kantona Şehbayê axivîn û gotin: "Ger ev vîrûs li nava me belav bibe, yekser xeterî digihêje kampan. Vîrusa Korona ji bo mirovên li kampê xetereyek mezin e." DÎMEN HEYE
 
*Beyan Behramî koçbera li ser axa xwe ye. Li gel çîroka xwe ya koçberiyê bi berhemên xwe jî balê dikişîne ser xwe. Beyan, li Amedê bi navê “Maskeyên ku diaxivin” pêşangehek vekir û bi berhemên xwe bal dikişîne ser hest, hêvî, êş û serkeftinên jinan. DÎMEN HEYE 
 
* Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, derbarê duyemîn salvegera êrîşên li ser Efrînê û têkoşîna jinê ya di nava berxwedanê de wiha got: ”Bi israr careke din ev gelê berxwedêr di şert û mercên herî zehmet ên koçberiyê de têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ew ê dewam bike.”
 
*Xwendekara Zanîngehê D.T diyar kir ku bi taybet li ser jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û got: “Em vê ji hevalên xwe yên ku yekser dijîn dibihîzin. Ev êdî bûye wek sîstematîk. Tevî em vê dizanin, em nikarin tiştekî bikin ji ber ku ev têr nake.”
 
*Ji Rêveberiya Desteya Jinê Zelox Reşîd û Endama Tevgera Çand û Hunerê Newroz Silêman teqez kirin ku gelê Efrînê dev ji berxwedana xwe berneda û bi mayina Şehbayê berxwedana xwe mezin dikin. DÎMEN HEYE 
 
*i ber vîrusa koronayê li Îranê herî kêm 125 kesî jiyana xwe ji dest da. Li Wanê ku sînorê wê bi Îranê re heye, bihayê maske û kolonyayê derket sê qatên xwe. Gelek kes ji xwe ji ber krîza aborî nikarin alavên paqijiyê bigirin. Jinan diyarkirin ku ne vîrusa korona wê krîza aborî wan bikuje. BI DÎMEN
 
*Yek ji şahida Newroza Nisêbînê ya 1992’an Latîfe Aksoy wiha got: “Wê rojê tenê dengek dihat me, ew jî dengê hestiyên şikestî û guleyan bûn. Mirovan ji bo xwe xilas bikin, xwe davêtin avê. Wê rojê komkujiyek mezin hat jiyîn. BI DÎMEN
 
*Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku divê eniya demokratîk ya yekbûyî û riya sêyemîn hev xwedî bikin û bi vê re jî muxalefeta civakî bê mezinkirin. Tulayê wiha got: “Divê em astengiyên li pêş demokratîkbûnê tespît bikin û her wiha peywira dikeve ser milê me eve ku divê em dengê aştiyê bilind bikin.” BI DÎMEN