Ji bo 18'ê Adarê find hatin pêxistin

  • 08:39 18 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi boneya duyemîn salvgera êrîşên li ser Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve li goristana şehîdên sivîl a navçeya Fafîn a Şehbayê find pêxistin.
 
Bi hatina 18'ê Adarê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê li goristana şehîdên sivîl a navçeya Fafîn a Şehbayê bi beşdarbûna malbatên şehîdan find pêxistin. Di çalakiyê de wêneyên pakrewanên azadiyê hatibûn hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê daxuyaniyek ji aliyê Sêvîn Hisko ve hate xwendin.  
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Dewleta tirk û hevkarên wê ji bo deskeftiyên dîrokî yên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin tune bikin, di dewama êrîşên xwe de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di berxwedana Gelê Efrînê de 58 rojan  li hember dewleta tirk a faşîst ku bi hemû çekên giran ên NATO'yê êrîşî Efrînê kir, bê teredût gelê Efrînê bi fedekariyek mezin sekinî. Bi darê zorê bi sed hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin. Lê kiryarên qirêj ên dagirkeriyê heta roja îro jî dewam dike. Roja Efrîn hatiye dagirkirin heta îro îşkence, revandina sivîlan, destdirêjî û rûxandina goristana şehîdan, bi armanca guhertina demografiyê hatiye kirin. Tevî zehmetiyên koçberiyê, gelê Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin bi rojane rastî êrîş û topbarana dewleta tirk a dagirer tên. Herî dawî dewleta tirk êrîşî Til Rifetê kir û di encamê de 8 zarokên bê sûc hatin qetilkirin.
 
Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan bi yek dengî dibêjin heta azadiya welat û serkeftinê em ê têbikoşin û soza têkoşîna xwe nû dikin. Banga me ji hemû saziyên mafê mirovan û neteweyên yekbûyî heye ku bêdeng nemînin û li gor pîvanên mirovatiyê tev bigerin da ku zext li ser dewleta tirk bikin ji bo ji Efrînê û hemû axa Sûriyeyê derkevin û Erdogan weke kujerê şer bê darizandin."
 
Piştî daxuyaniyê find li ser gora pakrewanan hat vêxistin. 
 
Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.