Li deriyê sînor ê Xabûrê ji ber dorê TIR li du hev hatin rêzkirin

  • 17:19 17 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li deriyê sînor ê Xabûêr ji ber vîrusa koronayê ku derbasbûn bi kontrol tê kirin hejmara TIRên di dorê de zêde bû, TIRên li pey hev hatin rêzkirin gihîştin cizîrê. 
 
Ji ber vîrusa koronayê (Kovîd -19) deriyê sînor ê Xabûrê ku li Sîlopiya Şirnexê ye ji çûn û hatina mirovan re hat girtin û ya wesayitan jî bi kontrol tê kirin. TIRên ku ji bo biçin Herêma Federal a Kurdistanê çûn deriyê sînor ji ber kar û barê fermî ku dirêj dibe ketin dorê û TIRên ku ji bo dorê li du hev hatin rêzkirin rêza wan gihîşt Cizîra Şirnexê.