Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê daxuyanî hatin dayîn

  • 14:48 17 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Kantona Şehbayê û Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi hatina salvegera 2’êmîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek li navçeya Fafîn û kampa serdem a Şehbayê da.
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kirin û di 18'ê Adara 2018'an Efrîn hat kontrolkirin. Meclîsa Kantona Şehba û Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê daxuyaniyek li navçeya Fafîn û Kampa Serdem a Şehbayê dan. Di daxuyaniyan de bi dehan endamên sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Di daxuyaniyan de wêneyên birîndar û pakrewanên komkujiya Efrînê û Til Rifet û pankartên bi nivîsa "Na ji Erdoganê Xwînmij re" hatin hildan. 
 
Daxuyaniya Meclîsa Kampa Serdemê ji aliyê Endama Meclîsa Kampa Serdem  Mihemed Memo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Efrînê bi hezaran kesên Sûriyeyê yên ku ji ber şer  koçber dibûn hembêz dikir. Li Efrînê pergala Rêveberiya Xweriya Demokratî hatibû avakirin û gel xwe bi xwe bi rê ve dibir, lê ev pergal ne li gor polîtîkaya dewleta tirk bû. Ji bo tunekirina pergala Rêveberiya Xweser hevpeyman hatin kirin û bi erêkirina Rûsya û Rejima Sûriyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de bi hemû çekên giran, 72 balafirên şer  û çekên qedexekirî êrîşî herêma Efrînê kirin. Li beramberî ewqas teknîkên giran gelê Efrînê ji bo axa xwe canê xwe feda kir û 58 rojan di nava destanên lehengiyê de li ber xwe da. Piştî hovîtiya dewleta tirk gelê Efrînê vekişiyan, bi vekişandina gel ji Efrînê dewleta tirk kiryarên dijmirovî derheqê gelê Efrînê de pêk anî, xweza û şunwarên Efrînê ji wan kiryaran bê par neman.  Di du salan de dagirkeriya tirk guhertina demografîk pêk anî û malbatên çeteyan li Efrînê bi cih kir. 
 
Bi navê Meclîsa Kantona Şehbayê salvegera duyemîn a dagikirina herêma Efrînê şermezar dikin. Em bang li Rûsya, neteweyên yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û Rejîma Sûriyeyê dikin ku dagirkeriya dewleta tirk ji xaka Sûriyeyê derbixin û rê li pêşiya çareseriya siyasî ji bo avakirina netewa demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz dike vekin." 
 
Daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê ji aliyê Hiqûqnas Heyhan Elî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Di dîroka 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk bi hevkariya dewletên navneteweyî êrîşên xwe yên hov bi ser Efrînê de anî, li hember zextên êrîşan gelê Efrînê berxwedanek bê hempa dan nîşandan, lê ji ber ku rojane hovîtiya dewleta tirk zêdetir dibû gel neçarî koçberiyê bû. Dewleta tirk di dîroka 18’ê Adara 2018’ê dagirkirina Efrînê îlan kir û êdî kiryarên xwe derheqê gel de pêk anî, li kêleka wê û li gorî belgeyan 400 hezar kes li hemu gund, navçe û navenda bajara Efrînê bi cih kirin û ji ber zêdebûna hejmara malbetên çeteyan,  kamp di nav bajar de hatin avakirin, dîsa jî hewildanên guhertina demografîk bi rêya guhertina navên kolanan û qadan weke qada Newroz veguherandin Salahadîn, qada Wetanî xistin qada 18’ê Adarê û qada Kewayê Hesinkar xistin qada şaxa zeytûnê navên gundan rastî guhertinê hatin mîna Qestelê Miqdad veguherî Selcûq Obesî, Kûtana xistin Zafer Obesî, Kurzêlê xistin Cefer Obesî. Li aliyekî din hemû cil û bergên zarokên bi wêneyên Erdogan tên firotin.
 
Dewleta tirk nasnameya tirkan ji bo gelê Efrînê bi darê zorê derxist. Her wiha gelê ku li Efrînê mane her roj rastî kiryarên hovane tên. Di du salên dagirkirina Efrînê de zêdetirî 6200 kes hatin revandin û nêzî 3400 kes jî çarenûsa wan ne diyar e. Komên çekdar ên dewleta tirk revandina gel li hember xwestina fîdyeyan ango pereyan berdidin. Li Efrînê jin tên hedefgirtin û li gorî çavkaniyan 61 jin hatine bi tecawizê rû bi rû hatine hiştin û 3 jin jî dawî li jiyana xwe anîne. Li gor çavkaniyan 553 sivîl hatine qetilkirin ji wan 498 encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane û 55 jî di bin êşkênceyan de jiyana xwe ji dest dane.  680 kes ji wan 303 zarok û 213 jin di encama êrîşan de birîndar bûne. 201 buyera mayin û teqandinê hatine jiyîn.  200 hezar darên zeytûnan hatine jêkirin. Bi dehan malên gel hatine desteserkirin û ji wan malan xistine cihên zindan û leşkerî. Dîsa berhemên zeytûnan ji gel dihat girtin û li bazarên derve dihatin firotin.
Her wiha şûnwarên Efrînê jî hatine dizîn û firotin. Li Efrînê 75 girên dîrokî hene û ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatin kolandin û li gorî desteya şûnwaran 28 cihên dîrokî û 15 pîrozgehên olî hatine rûxandin. Her wiha gelek goristan hatin rûxandin û li şûna wê sûka lawiran hatin avakirin. 
 
Bi navê Rêxistina Mafê Mirovan em bang li rêxistinên navneteweyî, neteweyên yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erkê xwe yê ehlaqî rabin û zextek li Tirkiyê bikin, ji bo gel karibe vegerin cih û warê xwe û kesên ku bûne hevkarên Tirkiyeyê bên dadgehkirin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.