Ji bo wargehên penaberan a li Başûr biryara karantînayê

  • 13:40 17 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wargehên penaberan yên li Herêma Kurdistanê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê dibin karantînayê dene.
 
Di wargehên penaberan yên Herêma Kurdistanê de, bi hezaran penaberên Iraq û Suriyeyê hene. Piştî belavbûna vîrûsa koronayê, biryarên ji bo xwe parastina vîrûsa koronayê, ji bo penaberan jî ketin meriyetê. Weke rojên berê, xwarin û pêdawistiyên din ji aliyê rêxistinên cîhanî û Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ve li penaberan tê belavkirin. Ji bo xwe parastina ji vîrûsê jî, maske û lepik jî li wargehên penaberan hatine belavkirin.