'Divê girtî û hikumxar bên berdan'

  • 13:37 17 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Derbarê riska vîrûsa korona ya li girtîgehan belav bibe de TUHAY-DER’ê, daxuyanî da û got: “Berî ku vîrûsa korona li girtîgehan bibe sedama encamek giran, divê hemû girtî û hikûmxar bên berdann.” 
 
Li Tirkiyeyê, hejmara kesên bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin derket 47’an. Ji ber vê rewşa girtîgehan ket rojevê. Ji ber vê rewşê, malbatên girtî û hikumxaran bi fikarin. Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran ên Marmarayê (TUHAY-DER), derbarê girtî û hikumxarên bi rîska vîrûsa koronayê re rû bi rû dene, daxuyaniyek nivîskî weşand û banga hestiyariyê li hikumetê kir. 
 
Di daxuyniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Tecrîda 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan û girtiyên din tê bi rêve birin, biryarek siyasî û bêhiqûqiye. 
Berê jî daxuyaniyên şewatê li giravê rû da hatin dayîn. Ev bû sedem ku gel û hemû rêxistinên mafan bikevin nava fikarek mezin. Ji ber van fikar û bertekên hatin dayîn, hevdîtina malbatê ya bi Birêz Ocalan û girtiyên din re pêk hat. Lê hîna jî tecrîd bi dawî nebûye û hemû serlêdanên tên kirin bê bersiv tên hiştin. Em dixwazin ku bi awayekê pergalî hevdîtin bi parêzer, malbat û wasî re bên kirin. Birêz Ocalan, di hemû hevdîtinên xwe de, behsa aştî û demokrasiyê dike. Ji bo pêşîlêgirina mirinan bûye vînek mezin. 
 
Tecrîda girankirî ya li dijî Birêz Ocalan îro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Binpêkirinên mafan û cezayên dîsîplînê yên li girtîgehan nayin qebûl kirin. Di rewşa heyî de şewba vîrûsa korona hêdî hêdî bandora xwe li civakê dike. Ev rewş wê ber bi ku de biçe ne diyare. Ji ber vê birîna hevdîtinan ne çareseriye.
 
Berî ku vîrûsa korona li girtîgehan bibe sedama encamek giran, divê hemû girtî û hikûmxar bên berdann. Tedbîrên Wezareta Dadê girtine pir kêmin û bi hinceta vîrûsê hewl didin tecrîdê meşrû bikin. Berî ku dereng bikeve, ya rast berdana girtî û hikumxarane. 
 
Di serî de Birêz Ocalan û 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dimin, hemû girtî û hikumxar divê bê şert û merc bên berdan. Ji bo vê em banga hestiyariyê li sazî û dezgehên berpirsiyar dikin.”