Baranê rêyên Çewlikê wergerand golê

  • 12:14 17 Adar 2020
  • Rojane
ÇEWLÎK - Li navenda Çewlîkê barana zêde bariya û rêyên nav bajar wergerand golê.
 
Li navenda Çewlîkê ji duh êvar ve baran bi tavan dibare û rêyên nav bajar wergerand golê. Ji ber rêyên ku wergeriyane golê, ajokaran zehmetî kişand. Hin ajokaran jî wesayîtên xwe li ser rêyên ku wergeriyane golê şûştin. Mij li çiyayên derdora bajar çêbûye û newalên ku ji mehên zivistanê ve naherikin piştî baranê bi avê têje bûn.  
 
Li gorî agahiyên meteorolojiyê baran dê heta sibê jî berdewam bike.