Li Sîlopiyê xebatên paqijiyê berdewam dikin

  • 11:27 17 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, xebatên xwe yên paqijiyê berdewam dike. 
 
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi rojane li navenda navçeyê xebatên paqijiya li dijî Vîrûsa Korona daye destpêkirin berdewam dike. Li navçeyê park, qadên hevpar, wesayîtên nava bajêr û ATM’yên bankan tên dermankirin. Di çarçoveya bergiriyên hatin girtin de, destûr nayê dayîn ku otobusên ji derve de tên bikevin otogarê. Piştî ku otobus tên dezenfektekirin dikevin hûndirê otogarê. 
 
Ekîbên paqijiyê yên şaredariyê, avahiya şaredariyê, qesabxane, park û baxçeyan, salonên sporê, tesîsên sporan, kolej û dersxaneyên taybet paqij û derman dikin.