Jinên Efrînê: Dixwazin bi rêya dorpêçkirinê vîna me bişkînin

  • 09:02 17 Adar 2020
  • Rojane
Ruperîn Bekir
 
ŞEHBA - Şêniyên  Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn, ji  bo nepeydakirina pêdiviyên xwe yên li herêmê, gazincan dikin û dibêjin: “Dorpêçkirina Şehbayê ya ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve dibe sedema nepeydakirina pêdîviyên  me yên jiyanî. Dixwazin bi rêya dorpêçkirinê vîn û berxwedana me bişkînin, lê berxwedana me ji dorpêçkirina wan bi hêztir e.”
 
Ji ber dorpêçkirina Rêjîma BAAS'ê ya Kantona Şehbayê cihê  ku şêniyên Efrînê, lê koçber bûn, gelek pêdîviyên jiyanê nayên peydakirin.   Mijara  topa gazê bû rojevek sereke ya ji aliyê şêniyên Şehbayê. Gel zehmetiyan dikşînin heta ku pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin. Li Şehbayê rewşa jiyanê gelek dijwar e û derfetên jiyanî gelek kêm in. Girêdayî mijarê  jinên Efrînê nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Topê gazê li Şehbayê nayê peydakirin’
 
Jina bi navê Rojhilat Hemo li ser dorpêçkirina kantona Şehbayê û nepeydakirina pêdiviyên jiyanî wiha got: “Ji bo ku em topeke gazê bigirin, bi saetan em li ber deriyê belavkirina gazê dimînin. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Rêjîmê rê li Şehbayê girtiye û nahêle pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê bibe. Divê çareseriyeke mayinde were pêşxistin, da ku mirov rehet bijîn.”
 
‘Bi riya dorpêçkirinê dixwazin vîna berxwedanê bişkînin’
 
Her wiha jina bi navê Huriyê Hesen li ser rewşa jiyanî a gel axivî û wiha bertekên xwe nîşan da: “Di rewşa koçberiyê de rewşa me pir zehmet e. Li aliyekî koçberî û li aliyê din jî jiyana bi minet. Em dixwazin di demeke nêz de rê vebin. Ger ku em îro ji warê xwe Efrînê nehatiban koçberkirin îro em ê ne di vî halî de ban. Dixwazin bi rêya dorpêckirinê vîna berxwedana me bişkînin, lê berxwedana me ji dorpêckirina wan bi hêztir e.”
 
‘Divê alîkarî ji bo koçberan were dayîn’
 
Sûmeye Mihemed Murad jî  nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Êdî bes e ji dorpêçkirin û zehmetiyan re. Em nikarin topê gazê peyda bikin. Em rojane li ber deriyê belavkirina gazê ne, da ku em topeke gazê ji xwe re bigirin.  Em bang li mafên mirovan dikin ku bi erkê xwe yên mirovî rabin û alîkariyê ji koçberan re pêşkêş bikin.”