ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 17 Adar 2020
  • Rojev
*Zekiye Aciz a şahidî ji Newroza sala 92’an a Cizîrê re kir, anî ziman ku wê roja reş tu carî ji bîr nekin û wiha got: “Ji wê rojê û şûn de Newroz ji bo me bû Cejna Berxwedanê.” BI DÎMEN
 
*Şêniyên  Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn, ji  bo nepeydakirina pêdiviyên xwe yên li herêmê, gazincan dikin û dibêjin: “Dorpêçkirina Şehbayê ya ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve dibe sedema nepeydakirina pêdîviyên  me yên jiyanî. Dixwazin bi rêya dorpêçkirinê vîn û berxwedana me bişkînin, lê berxwedana me ji dorpêçkirina wan bi hêztir e.” BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku li Tirkiyeyê tenê li 25 nexweşxaneyan testên vîrusa korona tên kirin û got: “Li gelek welatên ku vîrus bi lez belav dibe test bi awayekî hêsan û bê pere tê kirin. Divê li Tirkiyeyê jî wisa be. Em behsa vîruseke zû belav dibe dikin. Îhtîmalek mezin bi gelek kesî re heye. Divê demildest li her bajarî test bên kirin. Mînak li Colemêrgê guman hebe wê kî çiqas demê de xwe bigihêjînê.”BI DÎMEN
 
*Parêzer Sevîl Arici diyar kir ku hîna ku pêşnûme qanûna ku ‘bi riya zewacê ji îstîsmara zarokan re efû’ tîne nebûye qanûn îstîsmar zêde bûye û wiha got: “Her ku pêşnûme di rojevê de bimîne û bê axaftin bûyerên îstîsmarê jî zêde dibin. Ji ber ku nebe qanûn jî hêzê dide gumanbaran. Em jî dixwazin ku qanûnên ku zarokan dike ewlehiyê bikeve meriyetê.” BI DÎMEN
 
*Azîze Davulcu ji ber ku fihuş li zarokekê ferz kiribû, dihat darizandin û di rûniştina biryarê de heyeta dadgehê 20 sal ceza lê birî. Lê heyetê ‘Têkiliya civakî ya gumanbarê û bandora li ser pêşeroja wê’ li ber çavan girt û ceza daxist 16 sal û 8 mehan. Darizandina 3 gumanbarê din jî didome.
 
*Futbulîstên jin yên Amedsporê, tevî newekheviya zayendê jî sahayan terk nakin û yek ji pirsgirêkên din jî aborî ye. Piştî qeyûm hat, tîmê gelek zehmetî kişandin û banga piştevanî û piştgiriyê dikin. BI DÎMEN