Li Edliyeya Stenbolê tedbîra daneşînan

  • 12:50 16 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Li Edliyeya Stenbolê, di çarçoveya vîrusa koronayê de biryar hat dayîn ku heta 14'ê Nîsanê tenê daneşînên dozên kesên girtî bên dîtin. 
 
Di çarçoveya vîrusa koronayê de li Edliyeya Stenbolê ji bo daneşînan biryarên nû hatin girtin. Li gorî biryarên hatine girtin dê heta 14'ê Nîsanê tenê daneşînên dozên kesên girtî bên dîtin û daneşînên lezgîn bên kirin. Heta vê dîrokê biryarên têkîldarî daneşînan bên dayîn dîrokên nû û biryar ji aliyan re bên ragihandin. Li aliyê din biryar hat girtin ku bersûc, guman û girtî bêyî ku bên edliyeyê ji girtîgehan bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînan bibib.