Heta 31'ê Adarê ew ê edliyeya Amedê girtî be

  • 12:13 16 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Edliyeya Amedê ku ji bo parastina ji vîrusa koronayê destûr nedihat dayîn ku welatî bikevin hundirê wê, biryar hat dayîn ku darizandin li ser SEGBÎS'ê bên kirin û hemû xebatên li edliyeyê heta 31'ê adarê bên taloqkirin.  
 
Baroya Amedê, bi armanca ku li dijî vîrûsa koronayê li Edliyeya Amedê bergirî bên girtin, bi Serdozgeriya Komarê û Serokê Komîsyona Edaletê re hevdîtin pêk anî. Di encama hevdîtinên hatin kirin de biryar hat dayîn ku heta ragihandina duyemîn, darizandina girtiyan bi rêya SEGBÎS'ê bê kirin. Li edliyeyê ku destûr nayê dayîn welatî bikevin hundirê wê ji bilî dosyayê girtiyan hemû xebatên lê heta 31'ê adarê hatin taloqkirin.